Cemil OGUZ
Di dîroka weşangeriya kurdî de pirtûkek ku gihîştibe çapa 10'an û di 10 çapan de li dor 15 heban hatibe firotin gelek muhîm e. Niha yek ji wan pirtûkan gihîşt wê astê: Pirtûka Feqiyê Teyran ku Xalid Sadînî amade kiribû.
Hinên pir hatine firotin
Ji aliyê hejmara firotina pirtûkan ve li nav kurdan ferheng û pirtûkên rêzimanî li pêş tên. Di destpêka 2000'î de kovara Pîne dema ferhenga bêrikê amade kir çapa wê ya yekemîn 30 hezar heb hat kirin û di nav çend mehan de hemû xilas bûn, paşê çapên din hatin. Hejmar ew qas nebe jî ferhengên din jî bi vî rengî ne. Pirtûkên rêziman jî balê dikişînin û gelek çapan dikin. Lê niha pirtûkek li ber destên me ye niha bi çapa xwe ya 10'an li pêşberî xwendevanan e. Nûbiharê kurtedemek berê çapa 10'an a pirtûka "Feqiyê Teyran, Jiyan, Berhem û Helbestên Wî" kir ku amadekarê pirtûkê Xalid Sadînî ye.
Gora Feqiyê Teyran li Hîzanê ye?
Çapa pirtûkê ya yekemîn di sala 1995'an de hatiye weşandin. Sadinî li girtîgehê û di nav şertên zehmet de ew amade kiriye. Paşê di çapên dûre de guherîn çêbûne, lêzêdekirin jî û heta çapa heftan gelek tişt lê hatine zêdekirin, di dawiyê de bûye pirtûkek têkûz. Û piştî wê çapê heta niha guherîn têde çênebûne. Li gor pirtûkê Feqiyê Teyran di sala 1561 an jî 1563'yan de hatiye dinê, di sala 1632'yan de jî wefat kiriye. Her dihat zanin ku Feqiyê Teyran li Miksê wefat kiriye û gora wî jî li wir e, lê pirtûk vê agahiyê jî dide, "Li gor çavkaniyên me yên berê Feqiyê Teyran li Miksê li gundê Werezozê emrê Xwedê kiriye û li wê derê hatiye veşartin, xelkê gora wî kiriye ziyaretgeh; lê li gor lêkolînên me yên vê dawiyê meqbera wî li Hîzanê li Şandîsê me peyda kiriye. Bi awayekî gelek vekirî li kêleka wî dema wefata wî jî heye û wiha dinivîse: 'haza merqed el-eîd el-merhûm el-mexfûr el-muhtacul merhemetullahî te'ala muhemmed el-meşhûr Feqehi Teyran fisene 1041.' Ango ew jî 1632'yê mîladî ye."
Hêjaye li pirtûkxaneya her kurdî hebe
Di pirtûkê de ji bûyîn heta wefata Feqiyê Teyran agahiyên derbarê wî de hene. Mînak gelek navên Feqiyê Teyran hene ku raya giştî zêde pê nizane. Navê wî Mihemed e, nasnavê wî yê herî navdar Feqiyê Teyran e lê wî ev nav jî bikar anîne: Feqê Têran, Feqê Hêşetê, Feqiyê Gerok, Meksî, Xoce, Mîr Mihê...
Pirtûk ji bûyîn heta wefata wî, li ser berhem û helbestên wî agahiyên girîng yek bi yek pêşkêş dike; her wiha car bi car balê dikişîne ser wêjevanên klasîk ên wê serdemê wekî Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî û hwd. Pirtûk di vir de qala hevaltiya Feqiyê Teyran û Melayê Cizîrî jî dike û helbesta ku wan pê daye ber hev jî pêşkêş dike.
Li ser çapa nû ya pirtûkê ku di weşangeriya kurdî de jî werçerxek muhîm e, me bi amadekarê pirtûkê Xalid Sadînî û bi Xwedî û Gerînendeyê Weşanê Yê Nûbiharê Suleyman Çevîk re xeber da.
Di 4 xalan de Feqiyê Teyran
Feqiyê Teyran li nav kurdan bi helbestên xwe tê zanîn lê dîsa jî em dixwazin nivîskar Xalid Sadînî bi çend gotinan ji bo me qala Feqiyê Teyran bike. Ew bi van 4 xalan Feqiyê Teyran tîne ziman: "1. Feqiyê Teyran hindî ku em pêdizanin yekemîn kes e ku wêjeya tesewwufî ya gelêrî avakiriye. Ji ber hindê jî ew ligel Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî ú Eliyê Herîrî sazumankarê wêjeya kurdî ye. Ji çargoşeyên xaniyê edebiyata Kurdî ye.
2. Ew helbestvanê neteweyî yê Kurdî ye. Destana wî ya Kela Dimdim bi awayekî hemasî û neyeweyî, heta mirov dikare bêje mezhebî jî hatiye nivîsîn. Eger mirov li vê destanê binêre dê bibîne ku hem qehremaniya kurdan tîne ziman hem jî dilpêvehî û dilsoziya xwe diyar dike.
Her wisa nekamiya dijminan jî dike. Behsa qehremaniya jin û mêrên li Kela Dimdimê jî diketin. Ev hemû xusûsiyetên neteweperweriyê ne. Ji ber hindê ez bi îdîa dibêjim ku şairê millî yê kurdan Feqiyê Teyran e.
3.Hindî ku em pêdihesin kesê yekemîn car bi kurdî mesnewî nivîsîn jî Feqiyê Teyran e. Destana Şêxê Sen'an, Destana Bersîsê Abid, Destana Zembîlfiroş û Kela Dimdim mesnewî ne û 60-70 salan pêşiya Mem û Zîna Ehmedê Xanî hatine nivîsîn.
4. Feqiyê Teyran bi sadetiya zimanê gelêrî jî bi pend û nesîhetên civakî jì girîng e."
'Ji ve hestê xweştir tiştek nîn e'
Em dixwazin Sadînî qal bike ku ka hestek çawa ye pirtûka mirov çapa 10'an bike. Ew hestên xwe wisa tîne ziman: "Helbet, kitêba mirov deh caran hatibe çap kirin dibe sebebê hestên xweş. Lewra zimanekî bi salan hatiye qedexekirin, kesê perwerdeyeke normal nedîtibe, nivîskar ne wekî nivîskarên alemê ji mekteb û zanîngehan derketibe, bi îmkanên xwe zimanê xwe yê nivîsînê fêr bibe û bi vî zimanê amatorî rabe kitêban amade bike, ew kitêb bihêne çap kirin, belav kirin û bihêne firotin û hin kes jî bikirin; ma ji vê hestê xweştir, kêfxweştir çi heye? Di ser de xwendevan jî wekî nivîskarî bêperwerde bin..."
Çevîk: Ji bo kurdan reqemekî baş e
Ew qas çap ji bo weşanxaneyeke jî xalek girîng e. Li ser vê Gerînendeyê Weşanê yê Nûbiharê
Suleyman Çvevîk jî dîtina xwe vedibêje. Çevîk dibêje divê mirov du alî li meseleyê mêze bike û wisa didomîne: "Ji bo şertên Tirkiyeyê, pêvajoya em têde ne reqemek pir baş e. Lê dema em li nifûsa kurdan mêze bikin reqemeke basît e. Lê şertên kurdî reqemek baş e. Feqî û klasîkên din di nav edebiyata kurdî de navdar in. Ev reqemekî baş xuya dike. Bi ya min divê baştir ba reqem. Li nav kurdan çend edebiyatvanên baş hene, yek jê jî Feqî ye. Yê xelkê gelek çap dikin. Em bidin ber hev em nikaribn bijmêrin. Lê ji bo kurdan reqemekî baş e."
Li aliyê din Suleyman Çevîk dibêje klasîkên li cem wan hemû jî herî hindik 5-6 çapên wan çêbûne, lê wan Feqî berî hemûyan çap kiriye, yê Melayê Cizîrî jî ger wê çaxê çap bikira ewê jî bigihîşta 10 çapan lê niha çapa 6'an de ye.
- Feqiyê Teyran, Jiyan, Berhem û Helbestên Wî / M. Xalid Sadînî / Weşanên Nûbihar / Çapa 10'an / 504 rûpel / 2020
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.