HEWRÊ KIRÊKAR / HELEBCE
Li navçeya Derbendîxan a Silêmaniyê vê êvarê Grûba Keçên Derbendîxan bi boneya 23'ê Nîsanê Roja Pirtûkan a Cîhanî ji bo welatiyan teÅŸwîqî xwendina pirtûkan bikin, dest bi kampanya belavkirina pirtûkan kir û li cihên giÅŸtî û kolana pirtûk bê berdêl li welatiyan belav kirin.
Armanc ji belavkirina pirtûkan ew e ku çanda xwendina pirtûkan pêÅŸ bikeve û alîkariyek be ji bo kesên eleqeya xwe ji xwendin û lêkolînan re heye.
Berpirsa Grûba Keçên Berbendîxan Emîre Ezîz têkildarî mijarê ev agahî dan; "Me ev pirtûk bi boneye Roja Pirtûkan a Cîhanî belav kirin. Ev pirtûk ji berî çend rojan me li pirtûkxaneyan û li gel nivîskar û rewÅŸenbîran komkirî bûn. Armanca me ya vî karî, ji derveyî Roja Pirtûkan a Cîhanî gihandina pirtûkan li welatiyan e. Ji ber ku dibe ku hinek kes bi asayî nikarin pirtûkan peyda bikin. Ji bo vê jî me piraniya pirtûkan li cihên giÅŸtî ku mêr û jin diçinê danîn. Ji bo ku jê sûd bigirin."