logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 'Dengê Helbesta Kurdî' derket
  2. Dadgehê ceza li siyasetmedar Lahur Şêx Cengî barand
  3. Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de maçên îro
  4. Li ser tofana Stenbolê: Heta niha 3 kes mirine, 5 winda ne
  5. Beşiktaş li Almanyayê bi ser ket
news-details

Xelata Rûmetê ji bo Ehmed Huseynî

Ehmed Huseynî, helbestvanê mezin ê kurd. Xwedî berhemên giranbuha. Ê xwedî helbesteke rewşenbîrî, xwedî helwesta xwedîlê

  • Dîrok: 09/09/2013
  • Beş: Nûçe

Diyarname

Ehmed Huseynî, helbestvanê mezin ê kurd. Xwedî berhemên giranbuha. Ê xwedî helbesteke rewşenbîrî, xwedî helwesta xwedîlêderketina têkoşîna gelê xwe... Ev Ehmed Huseynî bi Xelata Rûmetê ji aliyê Komeleya Nivîskarên Amedê ve hat xelatkirin.

Komeleya Nivîskarên Kurd ku serê vê mehê kongreya xwe li dar xistin û rêveberiyeke nû saz kirin, dest bi xebatan kir. Komele di sala 2014'an de dikeve 10 saliya xwe. Komeleyê ji bo 10 saliya xwe biryara dayîna Xelata Rûmetê girt. Û ji ber xebata wî ya ji bo ziman û wêjeyê, ji ber helwdana wî ya li Rojava, ji bo keda wî ya salan komeleyê Ehmed Huseynî hêjayî xelatê dît. Ji bo merasima xelatdayînê êvara 8'ê mehê li Şanogeha Navenda Çanda Cegerxwîn merasimeke hat li dar xistin. Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr, Cîgirê Hevserokên BDP'a Amedê Eşref Mehmetoglu,  Serokê Giştî yê KADEP'ê Lutfi Baksi, endamê Meclisa Daîmî ya KCD'ê Cabbar Leygara, endamên Meclisa Giştî ya Bajêr, Hevserokê Komeleya Nivîskarên Kurd Mehmet Yilmaz û gelek nivîskar beşdarî merasimê bûn.

Merasim ji aliyê nivîskar Sîdar Jîr ve hat bi rê ve birin. Helbestvan Ehmed Huseynî xelata xwe ji destê Hevserokê Komeleyê Mehmet Yilmaz girt. Huseynî de dema xelatgirtinê de got "Min dilê xwe li Rojava hişt".

Di şeva ku Gulistan Akbaş, Mihemed Ronahî, Mehmet Deviren helbestên Ehmed Huseynî xwendin de, Sekreterê Giştî yê Komeleya Nîviskarên Kurd Îlhamî Sîdar got ku komeleya wan di dîroka Komara Tirkiyeyê de yekemîn komeleye ku navê kurd bi awayî fermî bi dest xistiye û li ser xelatê jî got ku ew dê her sal vê xelatê birin. Sîdar got ku dikare ev xelat wekî Nobela Kurdan bê hesibandin.

Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr jî axavî û got: "Di nav çanda gelekî de, di nav ziman, bîra gelekî de hunermend, helbestvan û nivîskar bêmirin in. Ehmed Huseynî jî yek ji hunermendên bêmirin e."

Hevserokê Komeleya Nivîskarên Kurd Mehmet Yilmaz jî ji bo Huseynî wisa got: "Ey mamoste, em wekî Reveberiya Komeleya Nivîskarên Kurd li Amedê, dibêjin: Ji bo ked û xebata te ya çandî û rewşenbîrî, ji bo şoreşgeriya te ya kurdistanî, tu yê vê diyariya me, li ser navê xwe, vê wekî xelata rûmetê û ji bo me jî; wekî ku me wazîfeya xwe ya biratîya Rojava tam bi cih nanîye, li ser navê biratîya Rojava, wekî lêborîna me qebûl bikî."

Ehmed Huseynî kî ye?

Helbestvan Ehmed Huseynî di sala 1955'an de li Amûdê hatiye dinê. Di sala 1983'yan de ji Zanîngeha Şamê Lîsansa Felsefeyê girtiye. Ji sala 1989'an ve li Ewropayê dijî. Pirtûka wî ya yekemîn bi navê "Mistek ji Şîna Bêcir" di sala 1990'î de (Weşanên Komeleya Jinên Kurdistanê) hatiye weşandin. "Bi xewna we pênûsê dilorînim" (Weşanên Jîna Nû, 1993), "Rono û Sirûdên Bêrîkirinê" (Weşanên Jîna Nû, 1994), "Bazbend" û "Kewname" (Weşanên Apec, 1999) derketin. Weşanên Avesta di sala 2002'yan de hemû pirtûkên wî bi navê "Dîwan/Berhemên Giştî" de çap kir. Piştî vê Weşanên Belkî pirtûka Huseynî "Bajarê Dirinde" (2003) û Weşanên Aramê pirtûka wî "Çend Dîmenên Xemgîn ên Kurmanciya Nivîskî" (2004) çap kir. Her wiha Belkî di sala 2011'an de jî pirtûka wî "Ronoya" weşand. Heman salê Weşanên Ronahî jî pirtûka wî "Naveki kuştî ji navên te yên kesk bûm" weşand.

Huseynî niha li Londonê dijî, ji bo televîzyona Ronahî bernameyeke amade dike û her wiha di Azadiya Welat de qunciknivîskarî dike.

 

 

 

 

 

***

Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.   


 

  


Parve Bike

Youtube Me

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news

Maça Amedspor û Beşîktaş: Îstatîstîk çi dibêjin, wê çawa be?

news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

news

Ma matematîk jî me dixapîne?

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 16 10 2026

Baranê 10 pûan li bendavan kir

news
  • 16 10 2026

Encamnameya Konferansa Kurd a li Parlemena Ewropayê: 20 xal

news
  • 15 10 2026

Li ser tofana Stenbolê: Heta niha 3 kes mirine, 5 winda ne

news
  • 15 10 2026

Dadgehê ceza li siyasetmedar Lahur Şêx Cengî barand

news
  • 14 10 2026

Li Stenbolê 2 kes mirin; va ye bilançoya rojê

news
  • 12 10 2026

Anketek nû: Kîjan partî li pêş e?

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
Ev jî hene
ad

Demîrtaş: Şirnexî dê bi qasî hurmetê bibîn hurmetê nîşanî wan bidin

ad

Serketiyên Grammy xelatên xwe girtin

ad

Sedhezaran oxir li siyasetmedarên kurd kirin

ad

Li navenda Baqî Xido 100 zarok perwerdehiya muzîkê dibînin

ad

Mêtîngeha kurmancî, bajarê Kolnê yê Almanyayê: Gelo em kurd “kolonîzebar” in?

ad

MSD’ê civînek li Swêdê li dar xist

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

'Dengê Helbesta Kurdî' derket

  • 15 10 2026
news

Dadgehê ceza li siyasetmedar Lahur Şêx Cengî barand

  • 15 10 2026
news

Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de maçên îro

  • 15 10 2026
news

Li ser tofana Stenbolê: Heta niha 3 kes mirine, 5 winda ne

  • 15 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname