KOBANÊ
Saziya Zimanê Kurdî (SZK) li herêma Kobanê xebatên xwe yên perwerde didomîne. Xebatên perwerdeya zimanê kurdî li navenda bajêr û 70 gundan xebatên perwerdeya zimanê kurdî dewam dikin.
Piştî ku SZK li seranserî herêmên Rojavayê Kurdistanê dest bi pêvajoya perwedeya zimanê kurdî kir, şax û navendên saziyê li gelek navçe û bajaran vekirin. Yek ji navendên SZK'ê ji Kobanê ye û xebatên xwe didomîne. Li bajar li navendê û li 70 gundan xebatên perwedeya zinamê kurdî dewam dike. Li navenda bajêr li dibistanan perwerdeya ziman li ser 4 astan tê rêvebirin. Di asta yekemîn de xwendekar ji bo xwendin û nivîsandina bi zimanê kurdî têne perwerde kirin. Di asta duyemîn de xwendekar li ligel xwendin û nivîsandinê derbarê hevoksaziyê de têne perwerdekirin. Di asta sêyemîn de dersên dîroka kurd û di asta çaremîn de jî dîroka zimanê kurdî têne dayîn.
Li nêzî 70 gundên rojava û rohilatê Kobanê jî komîteya rêveber ku ji 4 kesan pêk tê kar û barên perwerdeya zimanê kurdî birêve dibin.
Navenda SZK'ê ya li Kobanê di çarçova amadekariyên vekirina dibistanan de amadekariyên lidarxistina konferansekê dike.
Ji ANHA'yê hatiye girtin


