Diyarname
Salnameya Pirelli ku her sal delalên bi wêneyên hunerî dike mêvanên xwe vê carê berê okjektîfa xwe daye delalên "Victoria's Secret".
Hê ji bo sersalê ji 4 mehan zêdetir dem maye ji niha de ji bo Salnameya Pirelli ku li dinyayê navdar e amadehî hatine kirin û wêne hatine kişandin jî.
Di Salnameya Pirelli ya 2014'an de îsal 6 top modelên ku herî zêde têne nasîn cih digirin. Taybetiya salnameya 2014'an ew e ku hemû delalên "Victoria's Secret" hatine hilbijartin.
Ji melekên "Vicroria's Secret" Miranda Kerr, Helena Christensen, Karolina Kurkova, Alessandra Ambrosio, Alek Wek û Isabeli Fontana beşdarî kişandina wêneyan a li New Yorkê bûn. Wênekêşê alman Peter Lindberg bû yekemîn wênekêşê 50'emîn salvegera salnameyê. Duyemîn wênekêş jî, wênekêşê fransiv Patrick Demarchelier cih girt. Ji modelan Isabeli Fontana bû heftemîn car di nav rûpelên Salnameya Pirelli de cih digire. Fontanaya delal li ser vê yekê wisa gotiye. "Ez xwe hîs dikim ku bi heftemîn car di nav salnameyê de cih girtinê ez hatime rûmetdarkirin. Ji bo vê yekê ez sipasdar im."




