Lozan
Li qesra ku Peymana Lozanê hate îmzekirin kurdan bi sernavê "1923 Lozan, kurd li ku bûn" panelek li dar xistin.
Ji Zanîngeha Zurcihê dîrokzan Hans-Lukas Keiser, Oliver Adad, Sedat Ulugana û siyasetmedar Zubeyir Aydar beşdar bûn.
Di panela ku moderatoriya wê Celine Misiego kir de ev tşit hatin axivîn:
- Profesorê dîrokê Hank-Lukas Keiser: Li ser navê kurdan îsmet Paşa hatiye Lozanê. Kurd her hatine asîmîlekirin. Enqereyê kurd tune hesibandine. Li hemberî kurd û asûriyan komkujî çêbûn. Ewropiyan xwestin demokrasiyê bibin, lê piştî komkujiyan ev yek çênebû.
- Siyasetmedar Zubeyir Aydar: Fransa û Îngilistanê ji bo li hemberî Sovyetê bendê saz bikin rê li ber kemalîstan vekir. Di Sevrê de kurd û ermenî hene, lê di Lozanê de nîn in. Hin mirov li vir hatine ba hev û der barê welatê me de biryar dane. Me dane ber devê kêrê. 100 sal in em vê dijîn.
- Dîrokzan Dr. Oliver Adad: Di sala 1924'an de li herêma Culemêrgê li hemberî suryaniyan komkujî pêk hat. Yan hatin kuştin, ên din sirgunê Iraqê kirin. Li herêma Rihayê jî ew bi zorê hatin sirgûnkirin, sirgûnê Sûriyeyê kirin, li Helebê bi cih bûn, hin çûn Lubnanê.
- Ji Zanîngeha Berlinê dîrokzan Seda Ulugana: Di dema Sevrê de daxwazeke kolektîf a kurdan hebû. Wê demê Fransa û Îngilistanê pêşî li daxwazên kurdan girt. Niha bi saya tevgera azadiyê ya kurdan kurd careke din derketine ser dika dîrokê.