logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Pirtûkek helbestan ‘Kokteylek Seba Ez û Hûn Wiha’ derket
  2. ‘Bazirganê Xeyalan’ û Xerckirina Jiyanê
  3. 4 nîv fînalîstên Lîga Şampiyonan diyar bûn
  4. Di Lîga Ewropayê û ya Konferansê de jî nîv fînalîst diyar bûn
  5. Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike
news-details

Îro li Bakur xebatên ji bo Rojava

Çalakî, kampanya, şermezarkirin û seferberî. Vane li Bakur agahiyên 6'ê mehê yên ji bo Rojava:

  • Dîrok: 06/08/2013
  • Beş: Nûçe

Çalakî, kampanya, şermezarkirin û seferberî. Vane li Bakur agahiyên 6'ê mehê yên ji bo Rojava:


Çalakiya ji bo Rojava di roja sêyemîn de bi dawî bû


Bi pêşengiya KCD, BDP, DOKH, Meclisa Ciwanan û saziyên civakî de ji bo piştgiriya Rojava li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê çalakiya nobetê ya 3 rojan ku hatibû destpêkirin îro bi dawî bû. Parlamentera BDP'ê Nursel Aydogan da zanîn ku çalakî gihîştiye armanca xwe û nêzîkatiya AKP'ê ya ji bo çareseriyê Serêkaniyê careke din derketiye holê.


Ev 3 roj in kurd ber bi Parka 3 Fîdan a Serêkaniyê ve diherikin. Êrîşa polîsan, astengkirina meşvanan, têkbirina Konên Nobedariyên yên ji aliyê TOMA'yên dewleta Tirkiyeyê ve jî nekarî pêşî li gel bigire. Di 3 rojan de bi hezaran kes ber bi Serêkaniyê ve herikî.


Di dawiya 3 rojan de Parlemena BDP'ê Nursel Aydogan daxuyaniya bidawîkirina çalakiyan xwend. Aydogan wisa got:  "Parçeya ku herî zêde piştgiriyê dide têkoşîna rizgariya Kurdistanê. Piştgiriya ji bo Şoreşa Rojava berî her tiştî peywireke mirovahî ye.

Gel li hember hemû astengiyan li Serêkaniyê 3 rojan nobet girt. 3 roj in li vir îşkence û zilmê li gel dikin. Îşkenceyên ku di dema 12'e Rezberê de nehatin kirin, li vir pêk hatin. Polîsan wekî pêkanînên 12'ê Rezberê li vir êrîşî gel kir. Ev hemû bi fermanan pêkhatin. Hûnê fermanê bidin, zilma ku li gelê Kurd bê kirin rewa bibînin û piştre behsa çareseriya demokratîk û aştiyê bikin. Wisa nabe. Em careke din li vir wan hişyar dikin. Pêvajoya aştiya demokratîk pêvajoyeke cidî ye. Birêz Ocalan cidî nêzîkî vê pêvajoyê dibe. Ger muxatabê we cidî be hûnê jî cidî bin."


Piştî daxuyaniyê govend hatin girtin û welatiyên ku ji bajarên cuda hatibûn Serêkaniyê ber bi bajarên xwe rê ketin. 


*



Alimên olî komkujiya li Rojava şermezar kirin


Endamên Komeleya Piştgirî û Alîkariya Alimên Olî ya Stenbolê (DÎAYDER), li avahiya komeleya xwe komkujiya li hember gelê kurd ên li Rojavayê tên kirin bi civîna çapemeniyê şermezar kir. Endamên Platforma Komeleyên Rojhilata û Başûrêrojhilat (DGD), komeleyên derdorê jî piştgirî dan. Pêşî ji bo kesên di komkûjiya Rojava'da jiyana xwe ji dest dane re dia hatin kirin. Di civînê de Serokê DÎAYDER'a Stenbolê Mehmet Şîmşek axavî û alîkariya çekdayînê ya çeteyên girêdayên El Qaîdeyê şermezar kir. Şîmşek, da zanîn ku alîkariya çekê nayê qebûlkirin û anî ziman ku ew hemû kesên zilmê dikin lanet dikin. 


Komeleya Piştgirî û Alîkariya Mirovên Olî û Cemeata Alimên Olî ya Mislimanên Amedê jî li ber Cemiyeta Rojnamegerên Rojhilatabaşûr daxuniya çapemeniyê lidar xist. Li ser navê aliman Mele Osman Akçay axivî û got ku di hiqûqa îslamê de di herêma îslamê de kes nikare dest bi ol, ziman, mal û namûsa kesî; lê îro li ber çavên hemû cîhanê ji hêla komeke ku navê 'Mislimantiyê' li xwe danîne zarok û jinên kurdan bi hovane qetil dikin. Akçay, komkûjiya li heberê gelê kurd ên li Rojavayê tên kirin şermezar kir û got: "Banga me ji hemû mislimanan re, li ku derê cîhanê dibe bila bibe li cem gelê mazlûm cih bigirin."


*


Meclisa Gel a Swîsreyê: Ji bo Rojava bibin yek dil


Meclisa Gel a Swîsreyê dê sibê li ber NY’yî êrîşên komên çeteyan yên li hemberî Rojava şermezar bikin û her wiha dê di 10’ê gelawêjê de jî li Baselê meşek girseyî pêk bîne.


Meclisa Gel ya Swîsreyê, bi armanca komujiya li Rojava pêk tê şermezar bikin û piştgiriyê bidin gelê Rojava sibê (7'ê mehê) saet di 14.00’an de dê li ber avahiya Netewên Yekbûyî ya Cenevreyê daxuyaniyek bide çapemeniyê. Piştî daxuyaniyê dê dosyeyek pêşkêşî rayedarên NY’ê bikin. Her wiha roja şemiyê jî dê li Baselê meşek girseyî pêk were.


Endamê Meclisa Gel a Swîsreyê Hanîfî Hoca got ku dê 10’ê mehê li Baselê meşê pêk bînin û ev meş dê ji Basel Claramattparqê saet di 16.00’an de dest pê bike û xwest her kes beşdar bibe

Cih û saeta çalakiyan

7'ê mehê: Li ber avahiya Netewên Yekbûyî ya Cenevreyê saet di 14.00

10’ê mehê: Basel Claramattpark sae 16:00


*


Li Şirnexê ji bo Rojava seferberî hat îlankirin


Kampanyaya bi navê "Xwedî li Rojava derkeve" ku bi pêşengiya komelaya Mafê Mirovan a Şirnex'ê, Rêxistina BDP'a Şirnexê û Şaxa KESK'a Şirnexê hat destpêkirin rastî eleqeyek mezin a welatiyan hat. Di çarçoveya kampanyayê de welatiyên şirnexî pêwîstîyên jiyanî dibin avahiya Rêxistina BDP'ê, Şaredariya BDP'ê û cihên hatine diyarkirin


*


54 saziyên sivîl ên Wanê êrîşên Rojava şermezar kirin


54 Sazyên Sivîl yên Wanê bi armanca êrîşên li dijî kurdan şermezar bikin li Parqa Feqiyê Teyran hatin cem hev. Şaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekîr Kaya jî tevli çalakiyê bû.


Serokê SES a Wanê Yilmaz Berkî axivî û diyar ki ku komkujiyên li hemberî Kurdan zêde bûne û ev jî bi destê çeteyên çekdar yên El Qaîdeyê pêk tên. Berkî destnîşan kir ku di çend rojên dawî de ji aliyê eniya El Nusra ya girêdayê El Qaîdeyê ve komkujiyek mezin li hemberî kurdan pêk hatiye û nêzî sed sivîl hatine qetil kirin û bi sedan jî dîl hatine girtin. 

Berkî da zanîn ku jin û zarok bi awayek hovene hatine qetilkirin û wesayîtên amûrên mirovahiyê dibin jî tên astengkirin û got: “Ev jî bi destê AKP’ê tê kirin. AKP çeteyan diparêze û bi rê ve dibe. Ligel hemû hewldanan deriyê sînor venakin. Ev jî gumanên me yên li hemberî AKP’ê di vê pêvajoya çareseriyê de zêde dike.


54 Saziyên Sivîl yên êrîş şermezar kirin ev in:

SES a Wanê, Egîtîm Sen a Wanê, Yapi Yol a Wanê, Tum Bel Sen a Wanê,ESM a Wanê, Haber Sen a Wanê, BES a Wanê, Tarim Orkam Sen a Wanê, BTS ya Wanê, Nûneriya Çand û Hunerê ya Wanê, DÎSK, TMMOB a Wanê, Odeya Endezyarên Înşatê ya Wanê, Odeya Mîmaran a Wanê, Odeya Endezyarên Ziraatê, Odeya Endezyarên Elektîrîkê, Odeya Endezyarên Makînê ya Wanê,Odeya Endezyarên Jeolojiyê, Odeya Endezyarên Nexşerê û Kadastro a Wanê, Odeya Endezyarên Kîmyaê, Odeya Endezyarên Madenê, Odeya Endezyarên Xurekê, Odeyama Mîmarên Peyzajê, ÎHD,MAZLUM DER, TUYAD DER, KURDİ DER, VAKAD, GÖÇ-DER, MEYA-DER, Hakkari-Van TTB, Mala Piştgiriyê ya Wanê, ÇEV-DER, Konseya Bajar, HDK, KCD, Dayikên Aştiyê, Komeleya Oldaran, Belediye Îş, însiyatîfa Azadî, GÎAD, Komeleya Lêkolîna Civakî û Aborî, Meclisa Bajar a Jinan, Meclisa Ciwanan, Tamara San-der, İnsan der, Mamoste der, Mina Ka der, VATSO, YAKA KOOP,Komeleya Hunermendên Jin, Komeleya Jinan a Mavî Gol, Nûneriya ÎHD’ê ya Başûrê Rojhilat û Rojhilat a Anatolya, Baroya Wanê, DDKD


 

***

 

Nûçe û nivîsên eleqedar:

- Ji bo Rojava kampanya dermên 

 

- Bakur ji bo Rojava li ser piya ye 

 

- Ji eniya Serêkanî-Til Xelef çend not 

 

- Tugluk: Ev polîsên kê ne û xizmetê kê dikin? 

 

- Vê sibê: Polîsan êrîşî konên nobedê kir  

 

- Notên ji Meşa Serêkaniyê 

 

- Bernameya meşa Serêkaniyê ya ji bo Rojava

   

 

 

 

Parve Bike

Youtube Me

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news

H. Kovan Baqî: Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 16 04 2026

'Ji bo li ser mirina Xezal Mewlan lêkolîn bike bila lijneyek bê avakirin'

news
  • 14 04 2026

Koma sêyemîn a koçberan gihîşt Efrînê

news
  • 12 04 2026

Berendamê YNK'ê Nîzar Amêdî bû Serokomarê Iraqê

news
  • 03 04 2026

Rêveberiya Kobanî: Em vê tayînkirinê qebûl nakin

news
  • 02 04 2026

UNICEF'ê li ser dibistanên Rojava daxuyanî belav kir

news
  • 02 04 2026

Hikumeta Sûrî kayûm şand ser Çelebiyê, gel daket kolanan

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Silav li Newroza berxwedanê!

ad

Konsera 'Kelepçeyên bayê derxin

ad

Peyvên ji bo têkiliya cinsî ya nêr û mê

ad

Hêviya weşanxaneyên Bakur ji Pêşangeha Pirtûkan a Hewlêrê

ad

Klîba Hefteyê: Gotin ji Ferhadê Içmo, deng ji Baha Şêxo

ad

Panelên TUYAP'ê, pêşniyarên îro

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Pirtûkek helbestan ‘Kokteylek Seba Ez û Hûn Wiha’ derket

  • 15 04 2026
news

‘Bazirganê Xeyalan’ û Xerckirina Jiyanê

  • 15 04 2026
news

4 nîv fînalîstên Lîga Şampiyonan diyar bûn

  • 16 04 2026
news

Di Lîga Ewropayê û ya Konferansê de jî nîv fînalîst diyar bûn

  • 16 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname