Diyarname
Rêxistina BDP'ya Rihayê ji bo meşa ber bi Serêkaniyê ve banga tevlêbûnê kir. Hevseroka BDP'ya Rihayê Leyla Akça got ku parastin, ewlekirin û pêşvebirina şoreşa Rojava ne tenê ya gelê Rojava, wezîfeya hemû kurdan e.
Bi pêşengiya KCD, BDP, DOKH, Meclisa Ciwanan û gelek saziyên sivîl, ji bo parastina Şoreşa Rojava roja 4'ê mehê dê meşek ber bi Serêkaniyê vê li dar bikeve. Ji bajarên Bakûr metropolên Tirkiyeyêkes dê beşdarî meşê bibin. Her wiha rojên 5 û 6'ê mehê jî dê li navçeyê nobet bê girtin.
Hevseroka BDP'ya Rihayê Leyla Akça wisa got: "Parastina Şoreşa Rojava ne tenê peywira gelê Rojava ye, peywira hemû kurdan e. Lijneya Rêveberiya Navendî ya partiya me diyar kiriye ku divê ev hêviyên ji bo Rojava neyên çilmîsîn. Li ser vê em bang li her kesî dikin ku bila tevli meşa ku di pêşengiya KCD, BDP, DOKH û Meclisa Ciwanan de tê organîzekirin, bibin."
Li gor gotina Akça bernave bi vî rengî ye:
- 4'yê mehê, saet 17.00'an de li Parka 3 Fîdan dê kombûn çêbibe û ber bi Dortyolê ve meş pêk bê. Paşê dê dîsa vegerin Parka 3 Fîdanê û li wê derê Nona Nobedariyê bê vekirin.
-5'ê mehê kesên ji bajarên kurdan ên wekî Mêrdîn, Amed, Batman, Şirnex, Dêrsim, Çewlig, Elezîz, Sêrt, Bedlîs, Wan, Mûş hatibin dê nobedariyê dewr bigirin.
- 6'ê mehê gelên ji bajarên Mêrsîn, Edene, Entab, Semsûr hatibin dê nobetê dewr bigirin.
- 7'ê mehê saet 10'an de dê çalakî bi dawî bibe.
Hevseroka BDP'ya Rihayê Leyla Akça li ser gotina Waliyê Rihayê ku ji ber "ewlehiyê" destûr nedaye ji bo çalakiyê jî wisa got: "Em ne di nav tirsa ewlehiyê de ne. Ev helwesta walîtî dijdemokrasiyê ye û kêfî ye. Em bi israr mafên xwe yên demokratîk bikar tînin." Em li bendê ne ku walîtî ev biryara xwe biguherîne."