logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Samsunspor - Amedspor: Maç xilas Amedspor bi 2-1 bi ser ket
  2. 153 nivîskar: Sally Rooney ne terorîst e
  3. Eno tablo bi 50 mîlyon Euro hame rotişî (Xebere bi zazakî-kurmancî ya)
  4. Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn
  5. 5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn
news-details

Bakur ji bo Rojava li ser piya ye

Li Şirnex, Cizîr, Mûş, Kop, Colemêrg, Dêrsim, Agirî û gelek navendên din meşên bi meşale, çalakiyên rûniştinê û daxuyani

  • Dîrok: 06/08/2013
  • Beş: Nûçe

NAVENDA NÛÇEYAN


Li Şirnex, Cizîr, Mûş, Kop, Colemêrg, Dêrsim, Agirî û gelek navendên din meşên bi meşale, çalakiyên rûniştinê û daxuyaniyên çapemeniyê yên girseyî ji bo piştgiriya rojavayê Kurdistanê hatin dayîn. Di çalakiyan de bang li dewleta Tirkiyeyê hat kirin ku dawî li piştgiriya xwe ya ji çeteyan bîne.

Piştgiriya ji bo berxwedana gelê Rojava ya li dijî çeteyên El Qaîdeyê, li bakurê Kurdistanê zêde dibe. Di çalakiyên li gelek bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê de komkujiya li dijî sivîlan bi tundî hat şermezarkirin û hat destnîşankirin ku gelê kurd ê li Rojava ne bi tenê ye.

LI CIZÎRÊ JI XWENDEKARAN ÇALAKIYA RÛNIŞTINÊ

Bi armanca şermezarkirina komkujî û êrîşên li Rojavayê Kurdistanê, xwendekarên Dibistana Bilind a Pişeyî ya Cizîrê ya Zanîngeha Şirnex, li Kolana Hunerê çalakiya rûniştinê lidar xistin. Li gel dorpêça polîsan a bi maşînên zirxî jî, bi sedan xwendekar heta derengiya şevê çalakiya xwe dewam kirin û dûre daxuyaniyek dan çapemeniyê. Li ser navê xwendekaran Ercan Kolanç daxuyanî da û komkujiya çeteyan a li dijî jin, zarok, kal, lanet kir.


YDG-ALÎKARIYÊ KOM DIKE

Li Cizîrê bi pêşengiya YDG-H'yê ji bo gelê Rojava kampanya alîkariyê hat destpêkirin. Ciwan di çarçoveya kampanyayê de li kolanan digerin û ji bo gelê Kurd ê li Rojava alîkariyê kom dikin. Heta niha bi tonan qût û pêdiviyên jiyanê hatin komkirin. Alîkariya di çarçoveya kampanyayê de tên komkirin, li Mala Serxweşî û Gel a Şaredariyê ya li Taxa Nûrê tên berhevkirin.

JI PARÊZVANÊN MAFÊN MIROVAN PROTESTO Û BANGA ALÎKARIYÊ

Şaxê ÎHD'ê ya Şirnexê, bi armanca şermezarkirina komkukjiya li dijî gelê Rojava, li Qada Cûmhûriyetê daxuayniyek da çapemeniyê. Serokê ÎHD'ê Şaxê Şirnexê Mehmet Emîn Cengîzoglû da xuyakirin ku di encama alîkariya Tirkiye û welatên mîna wê de, çeteyên El Qaîdeyê li dijî gelê Kurd komkujî û hovîtiyê dike û xwest dawî li piştgirîdayîna çeteyên El Nûsra bê anîn. Cenîzoglû her weha xwest deriyên sînor ên bi Rojava re tavilê bên vekirin û destnîşan kir ku ji bo pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyê bimeşe pêwîste bi Rojava re têkiliyeke baş were danîn. Cengîzoglû bang li gelê Kurd jî kir ku alîkariya xwe ya ji bo Rojava bînin avahiyên ÎHD, Baro, Rêxistina BDP'ê, KESK, EDEV û KURDÎ-DER'ê.

ZAP SPOR NERAZÎBÛN NÎŞAN DA

Klûba Spor ya Zapsporê, der heqê komkujiyên li Rojava de daxuyaniyek da çapemeniyê. Di daxuyaniye li ber avahiya Şaredariya Colemêrgê de li gel rêveber û endamên klûbê, gelek kes amade bûn. Dîroktorê Teknîkî yê Zapsporê Mecît Tekîn daxuyanî da û destnîşan kir ku komkujî, serjêkirina zarokên bêguneh, cihê xwe Kûranê de nîne. Tekîn diyar kir ku divê ti kes li hemberî komkujiyan bêdeng nemînin û anî ziman ku weke Klûba Zapsporê ew li cem gelê Rojavayê Kurdistanê ne.

LI MÛŞÊ DI XWARINA FITARÊ DE LANET LI ÇETEYAN HAT ANÎN

Li Mûşê jî, di xwarina fitarê ya li Taxa Yeşîlyûrtê de, lanet l komkujiyên çeteyan ên li dijî gelê Kurd ê li Rojavayê Kurdistanê hat anîn. Beriya xwarina fitarê ya ji aliyê BDP'ê ve hat dayîn, ji bo welatiyên di komkujiya li Rojava de jiyana xwe ji dest dan, mewlûd hat xwendin. Serokê Rêxistina BDP'ê ya Mûşê Naîf Erol piştî mewlûdê axivî û destnîşan kir ku komkujiyên çeteyê El Qaîdeyê di bin maskeya Îslamê de dike, wê ji aliyê gelê Kurd ve bêbersiv nemîne. 

LI KOPÊ ÇALAKIYA RÛNIŞTINÊ

Li navçeya Mûş Kopê, çalakiya bêdengiyê ya duh bi armanca şermezarkirina komkujiya li Rojava destpê kir, li ber Nexweşxaneya Dewletê dewam kir. Ciwanên ji Kopê hatin cem hev û bi qasî 2 saetan çalakî lidarxistin. Hat ragihandin ku çalakiya îro wê saet di 20.30 de li ber Bankaya Zîraatê pêk were.

LI AGIRÎ DAXUYANIYA ÇAPEMENIYÊ YA GIRSEYÎ

Rêxistina BDP'ê ya Agiriyê, der barê êrîşên li dijî Rojavayê Kurdistanê bi awayekî girseyî daxuyaniyek da çapemeniyê. Di daxuyaniya li ber Navenda Kar a Şaredariya Agiriyê de li gel rêveberên BDP'ê û şaredariyê, gelek kes amade bûn. Rêveberê BDP'ê yê Agiriyê Tekîn Alptekîn daxuyanî da û diyar kir ku çeteyên bi piştgiriya AKP'ê li dijî gelê Kurd şer dikin. Alptekîn got, "Em êrîşa hovane ya li dijî gelê Kurd şermezar dikin. Em ji hemû hêzên qirêj ên komkujiyan dikin re dibêjin; destên xwe yên qirêj ji Rojava bikşînin. Gelê Rojava bi tenê nîne. Êdî her cihê Kurd lê dijî, Rojava ye."

LI DÊRSIMÊ MEŞ HAT KIRIN Û FIND HATIN VÊXISTIN

Li Dêrsimê bi pêşengiya partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl, bi armanca şermezarkirina komkujiya li Rojava, ji Kolana Hunerê heta Parka Seyid Riza meş hat lidarxistin. Di meşa ku timî dirûşma "Li ber xwe bide Rojava", "AKP destê xwe yê qirêj ji Rojava vekişîne", "Bijî Berxwedana Rojava" hat qêrîn de, Berdevkê Demî yê Platforma Şaxên KESK'ê yên Dêrsimê Gurbuz Solmaz daxuyaniyek da. Solmaz diyar kir ku bi piştgiriya leşkerî, siyasî, aborî û madî ya Tirkiyê re çeteyên El Nûsra êrîşî mirovên sivîl ên li Rojava dikin û destnîşan kir ku ewê li hemberî vê bêdeng nemînin.

Piştî daxuyaniyê li ber peykerê Seyid Riza, ji bo gelê Rojava find hat vêxistin û çalakî bi dawî bû.

LI MANÎSAYÊ MEŞA BI MEŞALE

Li navçeya Manîsa Sarûhanliyê jî bi sedan kesên li ber Salona Dawetê ya Servekirî ya Taxa Kûrtûlûşê hatin cem hev, bi meşaleyan heta navenda Taxa Yilmazlarê meşiyan. Di meşê de êrîş û komkujiyên li Rojavayê Kurdistanê bi tundî hatin şermezarkirin û piştgirî bi gelê Rojava re hat nîşandan.

 

 

***

 

Nûçe û nivîsên eleqedar:

 

- Ji eniya Serêkanî-Til Xelef çend not 

 

- Tugluk: Ev polîsên kê ne û xizmetê kê dikin? 

 

- Vê sibê: Polîsan êrîşî konên nobedê kir  

 

- Notên ji Meşa Serêkaniyê 

 

- Bernameya meşa Serêkaniyê ya ji bo Rojava

  

  

Parve Bike

Youtube Me

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 24 10 2026

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news
  • 20 10 2026

5 hezar xwendekaran serî li Zanîngeha Rojava daye

news
  • 19 10 2026

Ji bo kurdî ferman da şaredariyan

news
  • 19 10 2026

FîlmAmed carek din hat taloqkirin

news
  • 18 10 2026

Beşdarî konsera ‘Unreal x Jeton’ bûn: Kesek miriye, du birîndar hene

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

100 fîlmên herî serketî yên her demê diyar bûn

ad

Kî berê bi çivîk û ajalan re axiviye?

ad

Ji dinyayê çend nûçeyên derketine pêş

ad

Li hemberî hûtên aboriyê divê helwesteke çawa hebe?

ad

Amed Spor teslîmê Bozkurt kirin

ad

'Bîr' û 'Nûjîn' bi ser ketin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Samsunspor - Amedspor: Maç xilas Amedspor bi 2-1 bi ser ket

  • 24 10 2026
news

153 nivîskar: Sally Rooney ne terorîst e

  • 24 10 2026
news

Eno tablo bi 50 mîlyon Euro hame rotişî (Xebere bi zazakî-kurmancî ya)

  • 24 10 2026
news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

  • 24 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname