QAMIŞLO
Bi sponseriya Desteya Çand û Hunerê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi diruşmeya "Bixwîne xwe nas bike", duh çalakiya Pêşangeha Pirtûkan a 4'an a Şehîd Herekol li hola Zana ya bajarê Qamişlo dest pê kir.
Zarok, ciwan, îxtiyar, rewşenbîr, nivîskar û xwendevan serdana pêşangehê kirin û pêşangeh rastî eleqeyeke baş hat.
Komîteya Amadekar a Pêşangeha Pirtûkan pêşbirkek pirsan organize kir, beşdarên ku bersiva rast dide, pirtûkekê diyarî wan dike.
Her wiha bi zimanê erebî semînereke bi navê "Kurd di navbera Sivr û Lozanê de" û bi zimanê kurdî "Jin û roman" hatin dayîn.
Jina ciwan a bi navê Ranya Hesen ji bajarê Qamişloyê di pêşangehê de amade bû, kêfxweşiya xwe bi pêşangehê anî ziman û got: "Di pêşangehê de pirtûkên çandên cuda hene. Meylên hemû ferdan li vir hene. Ez gelekî kêfxweş in ku em gihaştine vê asta pêşketî. Hêvîdar im ku pêşangehên wiha bibe gaveke ku civakê bibe qonava pêşketina fikarî û çandî."
Raniya ji ber bilindbûna buhayê pirtûkan giliyê xwe anî ziman û got: "Min xwest çend pirtûkên ku jê hez dikim bikirim, lê ji ber bilindbûna buhayê wê min nikarî bikirim. Hin pirtûk hene buhayê wan baş e."
Derbarê pirtûkên ku bala wê kişandine û kirîne de, Raniya got: "Romana Qewqa û ya Mesx bala min kişand, min kirîn."
Meha Elo, diyar kir ku ev cara yekemîn e serdana pêşangeha pirtûkan a Şehîd Herekol dike û got, atmosfêra pêşangehê û hejmar û pirrengiya pirtûkan a balkêş hêza xwedinê dide.
Meha Elo bal kişand ser bedewiya rêxistinkirina pirtûkan û got: "Ev rêxistinbûn bala min kişand, hêz da min ku pirtûkan bikirim û bi awayekî zêdetir bixwînim."
Pêşangeh heta 25'ê mehê dê vekirî be.
Ji ANHA'yê hatiye girtin
**
Nûçeya Eleqedar:
- Li Qamişlo Pêşangeha Pirtûkan vebû