Diyarname
Du hunermendên mezin ên Tirkiyeyê Sezen Aksu û Candan Erçetîn nava vê hefteyê li Harbiyeyê derdikevin pêşberî hezkiriyên xwe.
Erçetin stranên nû pêşkêş dike
Hunernendan navdar Candan Erçetin kurtedemek berê albuma xwe ya nû "Milyonlarca Kuştuk" (Em bi mîlyonan çivîk bûn) derxist. Candan Erçetin ku her sal li HArbiyeyê konserê dide girseyeke mezin îsal dê bi stranên xwe yên nû li Harbiyeyê be. Konsera Erçetin êvarên 17 û 18'yê mehê wê li dar bikeve.
Aksu tevî Acoustic Band derdikeve ser dikê
Hunermenda navdar Sezen Aksu jî di hemû rengên jiyanê de wê stranên xwe û bi sohbeta xwe pêşkêşî temaşevanên xwe bike. Di konserê de Acoustic Band di bin rêberiya Fahir Atakoglu de wê bi Aksu re şirîkatî bike.
Her du konser jî saet 21.30 de dest pê dikin.
Wekî nîşeyek: Ev konser dê di meha pûşperê de li dar ikeve lê ji ber bûyerên Gezi Parki ji bo vê mehê hatibûn bi paş ve xistin.