Diyarname
Lîstikvanê Galatasaray ê berê, sendîkavan û çepgir Metin Kurt di 64 saliya xwe de wefat kir. Kurt sendîkaya lîstikvanên fûtbolê ava kiribû û dikir ku lîstikvan bi ser sendîkayê re xwedî li mafên xwe bigerin.
Lîstikvanê fûtbolê yê berê Metin Kurt di 15'ê adara 1948'an de li Stenbolê hat dinê. Wî di sala 1966-67'an de li Atlay, 67-70'yan de li PTT'ê û di navbera 1970-76'an de li Galatasaray lîst ku ev serdem, serdema wî ya herî serketî bû. Kurt di navbera salên 76 û 79'an de jî li Kayserisporê lîst. Kurt di nav tîma Neteweyî ya Tirkiyeyê de jî lîstibû û di 26 maçan de 4 gol avêtibû.
Metin Kurt roja 24'ê gelawêjê ji ber ziravbûna dil saet 11.00'an de jiyana xwe ji dest da.
Kurt li Tirkiyeyê wekî "Yekemîn sporkarê ku grev kiriye" tê nasîn ku di van salên dawî de jî sendîkayeke vekiribû. Kurt di sala 1976'an de dema li Galatasaray dilîst di Kûpaya Tirkiyeyê de fînal lîst. Klûbê soz dabû ku tî derkeve fînalê dê 10 hezar lîra prîm bidin lîstikvanan. Ji ber ku klûbê ev pere neda wan wî dest bi grevê kir û derneket antremanan. Lîstikvanên navdar Yasin, Gokmen, Buyuk Mehmet jî beşdarî wî bûn.
Metin Kurt dema di Galatasaray da dilîst, di nav lîstikvanên herî navdar de cih girt. Lê ji ber ku ket nav xebata sendîkayê ji fûtbolê hat afarozkirin. Kurt piştî lîstikvanî, teknîk dîrektorî (li Eyupspor û Dikilitaş) û weşangerî (Berpirsê Karên Nivîsaran a kovara Sportmence) jî kir. Kurt di heman demê de endamê TKP'ê bû.
Metin Kurt digel hin hevalên xwe, di 28.12.2009'an de Sendîkaya Kedkarên Sporê (Spor-Sen) ava kir û bû serokê komeleyê. Kurt berî Derbeya 12'yê Rezberê jî di nav Komeleya Sporkarên Amator (ASD) de cih girtibû. Derbeyê komele qedexe kiribû.