• Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Berhem
  • Çapemenî
  • Spor
  • Dinya
  • Ên Din
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • Çend gotin
    • E-pirtuk
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giþtî û Serokomarî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
  • Rûpela Pêþî
  • Serbest

Kompozîtora kurd Asya Sultanova

Dîrok : 16 06 2020 | Beþ :

Serbest

Rohat ALAKOM

Berî çend mehan, min di hesabê xwe yê twitter de di derbarê kompozîtor û hunermenda kurd Asya Sultanovayê de qasî du hevokan nûçeyek belav kir (22/1 2020). Navê wê hatibû ji bîr kirin. Ji ber vê jî nûçeyê bala xwendevanên kurd kiþand.
Dîrokzanê kurd Xalit Çatoev di nivîseke xwe de Asya Sultanovayê wek “Sazbenda Dostiyê û Bextewariyê” dide nasîn  Ew di vê nivîsa xwe de dîyar dike ku Asya Sultanova guhdariyeke mezin daye ser folklora kurdî û ji xwe re kiriye bingeh û di wî warî de du xebatên wê yên muzîkê bi notan hatine weþandin. Di sala 1967an de li Azerbeycanê Xelata Rûmetê didine wê. (Rêya Teze, 11/5 1968).
Asya Sultanova di roja 16/10 1923an de li bajarê Bakuyê hatiye dinê. Navê bavê wê Baxîþ û navê dîya wê Zerê ye. Dê û bavê wê kesine zana û xwendî bûne. Bavê wê Baxîþ, jeolog û minerolog, dîya wê Zerê jî mamosteyê zimanê îngîlîzî bûye. Asya Sultanova piþtî xwendina xwe ya muzîkê li Moskovayê jîyaye, gelek berhem û xebat efirandine. Bi kompozîtorê sovyet û rûs yê navdar Vladimir Þainski (1925-2017) dizewice. Paþê ji hev cihê dibin. Ew jî wek Asya Sultanovayê gelek caran bi mûzîka zarokan mijûl bûye. Herduyan jî mûzîka gelek fîlman amade kirine. Li jêr min nivîseke rojnamevanê kurd Emerîkê Serdar (hevkarê rojnameya Rêya Teze) ji tîpên krîlî veguhêstiye tîpên latînî. Nivîs berî 57 salan di Rêya Teze de hatiye weþandin (5/9 1963).
Emerîkê Serdar di vê nivîsa bi navê “Kompozîtora kurd bû mêvanê me” de him qala seredana wê ya li Rêya Teze dike û him jî cîh dide çend gotinên Asya Sultanovayê. Em tekstê angorî kurdîya kurdên Sovyetê wek xwe didin. Tenê wateyên çend peyvan me di nav kevanekê de nîþan daye.

***



 

Kompozîtora kurd bû mêvanê me

Emerîkê SERDAR*

Baxîþê kurd gelek sala berê ji nehîya Kelbeçerê (Respublîka Adrbêcanêye Sovetîêye Sosyalîstîê) çû Bekûyê. Telî-tengasîa sifte zû derbas bûn, ewî binge girt, wêderê zewicî, bû xweyê komî-kulfet (bi hemû zaran). Ewleda wîye hizkirî Asya hela çûktiya xweda zaroke guhdar bû, mêla wê dha gelekî li ser sazbendîê hebû. Lema jî dema emrê wê ghîþte mektebê, ew dane mekteba Bekûêye sazbendîêye (mûzîk) merkezîêye ser navê Uzêîr Hacîbekov. Asyaê bi açixîke (serfirazî) mezin ewa mekteba kuta kir. Lê nêt û meremê Asyaê tenê kutakirina evê mektebê nîbû.

Qîza kurd-Asya Sultanova çû paytextê wetenê me Moskvaê û bû xwendekara fakûltêta konsêrvatorîa Moskvayêye dewletêye ser navê P. Çaykovskîye kompozîtorîê. Vêderê bi serekvanîya V. Ya. Þablîn ew ket nava bera sazbendîêye bi hewas.

Sewtêd sazbendîa cmaeta kurd hertim li ber gûhê kompozîtora cahil (ciwan) bûne. Ewê zûda dixwast sazbendîya cmaeta xwe daçêke (vejîne) û aha sala 1953-a çawa xebata xweye dîplomîê ew “Kontata bona xorê û orkestrê” hazir dike, li ku ew sê klamê kurda dide xebitandinê. Eva xebata wêye dîplomîê baþ tê qebûlkirinê.

Poema wêye sîmfonîke vokala “Qse tevî weten”, ya ku ser hîmê teksta G. Rêgîstan hatîye nvîsarê, konkûrsa efrandinêd sîmfonîke baþda, ya ku Bekûyêda derbas bû, layîqî premîaê (xelat) bû. Sonata wêye bona fortêpîanoê sala 1962-a festîvalêda, ku bona roja jinaye ortemiletiê bû, li Respûblîka Germanîaêye Demokratîê bi açixî hate qedandinê.

Janra (usil, terz) wê-sazbendîya zarane. Ewê hetanî nha 18 pîêsê fortêpîanoê nvîsîne, kîjan bi navê sîkla “Þiklê zarotêî” da hatine neþirkirinê. Ji wana çend heb ketine nava rêpêrtûara mektebêd Adrbêcanêye sazbendîê.

Ewê bona orkêstra urisaye cmaetîyêye ser navê Osînov bi têma adrbêcanîê fantazîa û usa jî bona orkêstrê vals nvîsîne. A lema jî sazbendêd Moskvaê ne ku tenê uzva (endam) tfaqa kompozîtorêd TRSS, kompozîtora kurde merîfet Asya Sultanovaê rind nas dikin, lê usa jî gelekî ji efrandinêd wêye delal hiz dikin.

Van roja Asya Sultanova bona dha nêzîkva nasîya xwe bide sazbendîya cmaeta xwe hate Êrêvanê. Ew gelekî rastî sazbend û dengbêjê cmaeta kurda hat û çû radîoê (para xeberdana kurda) û klam û mqamê kurdaye li ser qeytanê nvîsî bîhist û bi xwe jî tevî hazirkirina çend klama bû. Sazbend Egîdê Cmo û dengbêj Mecîtê Slêmanra tevayî ewê çend klam û mqamê cmaeta kurda hazirkirin: Þalik Þînokê, Dîlim Dîlber û Partîa.

Roja çarþemê kompozîtora kurde merîfet Asya Sultanova bû mêvanê redaksîa me. Wextê qsê  ewê razîbûna xweye alavî (bi germî) da hevalêd xweye ermenîye bra bona wê yekê, wekî ew baþ qebûlkirine û bona xebata wê qewlêd baþ sazkirin. Paþê ewê gote me: “Sazbendîya cmaeta kurda bi pircûrebûna xweva hukimekî mezin li ser min hiþt. Min wêda ew mecal dîtin, wekî meriv dikare ser hîmê wê ne ku tenê sazbendîya svik, lê usa jî efrandinêd sîmfonîkîêye kamerîeye mezin biefrîne. Ew bi bedewî û rûhê mêrxasîya xweva gelekî min xweþ hat. Di klamêd cmaeta kurdaye kevnda temamîya þiklê zelûlî (belengazî) û zêrandina cmaeta min, þervanîya wê miqabilî zulmdara, miqabilî kolonîzatorêd roavayê tê kivþê.

Ez dixwazim usa jî razîbûna xweye mezin bidime sazbendê kurda Egîdê Cmo û dengbêj Mecîtê Slêman, êd ku alî min kirin, ku ez dha nêzîkva nasîya xwe bidme mqam û rûhê sazbendîya cmaeta kurd. 

Min nêt heye paþwextîêda ser hîmê sazbendîa cmaeta kurda ‘sûnta sîmfonîkîê’ binvîsim”.

Wexta kompozîtora cahil vegere Moskvaê, ewê ser van klamê cmaeta kurda bixebite, kîjan ewê vêderê-Ermenîstanê berev kirine. Guhdarê kurd gelekî bêsebir hîvîya efrandinêd kompozîtora cahil Asya Sultanovaêne 

***

Ev nivîs ji Rya Teze (5/9 1963) hatiye girtin û Rohat Alakom ji Kirîlî veguhastiye tîpên latînî.


Hûn dikarin li van jî binêrin

Silêmanî, Dengekî Dawidî, Stranên Edip Karahan

Silêmanî, Dengekî Dawidî, Stranên Edip...

22 06 2022

Eþq û êþên Kurdistanê di

Eþq û êþên Kurdistanê di

20 06 2022

Manaya Bilibendê û Çend Sirên Kurdish Mashup 2019

Manaya Bilibendê û Çend Sirên Kurdish...

14 06 2022

Mêrê Zivistanê

Mêrê Zivistanê

04 06 2022

Ev jî hene

Ez kurd im û Azadiya Welat(ê xwe) dixwazim

Ez kurd im û Azadiya Welat(ê xwe) dixwazim

22 08 2010

Bi we dilê zarokek hêjayî çend welatan e?

Bi we dilê zarokek hêjayî çend welatan e?

11 02 2009

Konfiransa Soranîkirnê an jî Dojminiya Sêqolî li ser Kurmancîyê

Konfiransa Soranîkirnê an jî Dojminiya Sêqolî li ser Kurmancîyê

26 12 2009

Ew û ev dem

Ew û ev dem

02 04 2009

Konê Reþ: Dengê Mihemed Þêxo bû dermanê birînan

Konê Reþ: Dengê Mihemed Þêxo bû dermanê birînan

09 03 2010

Nivîsên Nû

Çorê ARDA

Redkirina deftereke modern

Çorê ARDA

Cemîl Andok

Dêsê ma, sînorê þarî

Cemîl Andok

Çorê ARDA

Konê folklorîzmeke empresyonîst

Çorê ARDA

Dilþêr Bêwar

NÊRDEWAN

Dilþêr Bêwar

Omer Dilsoz

Sîyabo, darhejîrokê û hin tiþtên dîtir

Omer Dilsoz

Salname

HERE JOR

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Yên piþtgirî didin Diyarnameyê
  • Agahiyên ji bo nûçeyan
  • Bikaranîna Diyarnameyê
  • Têkilî-Contact-Ýletiþim

Nivîskar

  • Cemil Oguz
  • Helîm YÛSIV
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Þêxo Fîlîk
  • Cîhan ROJ
  • Zekî OZMEN
  • Hekîm Sefkan / Tava Heyvê
  • yeqîn h.
  • Kazim Polat
  • Welat Dilken
  • Bedran DERE
  • Omer Dilsoz
  • Mîrza Ronî
  • Krîstîn Ozbey
  • Dilþêr Bêwar
  • Arjen Arî / Agirdank

Beþ

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Berhem
    • Çapemenî
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Nivîsênkarên Mêvan

 

    • Portreya Mehê
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • Çend gotin
    • E-pirtuk
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî
  • Facebook
  • Twitter
  • RSS

Copyright © 2005-2022 Diyarname