Diyarname
Çima mirov wêneyeke vala dike wêneyê rojê? Ji ber ku ev wêne bi xwe bîr e. Ev e çîroka vî wêneyî: Di sala 2004'an de Ugur Kaymaz ê 12 salî ligel bavê xwe li ber mala wan hat kuştin. Şaredariya DBP'ê ya Sûra Amedê ji bo bîranîna Kaymaz li cihê vala ê vî wêneyî peykerek çêkir. Peykera ku 13 guleyê li Kaymaz dane sembol dikir di sala 2005'an de hatibû çêkirin. Li ber abîneyê Peymana Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî jî hatibû nivîsandin. Demek hinan zirar da peykerê lê Şaredariya Sûrê ew carek çêkir. Sal derbas bûn, dewletê şaredarên kurd ji peywirê girtin û kayyûm danîn ser şaredariyên kurd ku di nav van de Şaredariya Sûrê jî hebû. Îro vî kayyûmî ev peykerê Kaymaz ji wir rakir. Kayyûma heta niha li gelek cihan tiştên eleqedarê kurdî û kurdan ji holê rakirin, li Sûrê jî ev peyker rakirin. Em jî vê wêneyê vala wekî wêneyê rojê hildibijêrin û pêşkêş dikin.