Diyarname
Egîtîm Sena Batmanê 3'yemîn Pêxbaziya Çîrokan a Şerzan Kurt da dest pê kirin. Kesên bixwazin beşdar bibin divê heta 15'ê gelawêja 2013'yan berhemên xwe bigihînin ber destê amadekaran.
Egîtîm Sena Batmanê di sala 2010'an de Pêşbaziya Çîroka li ser navê Şerzan Kurt (Dema xwendekarê Zanîngeha Muglayê bû li wê derê roja 12'yê gulan 2010'an de, di çalakiyeke de ji aliyê polîsan ve hatibû kuştin) pêşbazî dabû dest pê kirin û îsal cara sisêyan li dar dikeve.
Pêşbazî bi du zimanan, bi kurdî û tirkî lidar dikeve û roja dawî ya serîlêdanê 15'ê gelawêja 2013'yan de.
Û şertên beşdarbûna pêşbaziyê bi vî rengî ne:
- Berhemên ku tevlî pêşbaziyê bibin divê heta niha li tu derê (wekî pirtûk, kovar, înternet û hwd.) nehatibin weşandin.
- Zimanê pêşbirkê kurdî (Kurmancî) û tirkî ye. Ji bo her zimanekî wê xelatek bê dayîn. Heke jûrî hewce pê bibîne dikare xelatê parve bike.
- Kesên bixwazin beşdar bibin divê çîroka xwe tevî kurtejiyan, navnîşan û wêneyeke xwe bişîne ser e-mailaj serzankurt2011@gmail.com re bên
Berhemên bi ser bikevin di 8'ê sermawezê, di rojbûna Şerzan Kurt de bi merasimekê bêne dayîn.
Di dawiya pêşbaziyê de berhemên maqûl bêne dîtin dê wekî pirtûkekê bêne çapikrin. Di nav endamên juriya festîvalê de jî ev kes hene: Hesenê Metê, Brahîm Ronîzêr, Lokman Ayebe, Feratê Dengizî, H. Kovan Baqî, Omer Kurt (Bavê Şerzan Kurt. Dê deng bi kar neyîne.)
*****
REKLAM
Kovara DÎWAR hejmara xwe ya 6'an derxist.
Ji bo agahiyên berfireh: www.kovaradiwar.com
Ji bo nûçeyê:
- Di 'Dîwar'a nû de ji gelek aliyan ve 'Çîrok'


