Diyarname
Belgefilmê bi sernavê "Erda ku ol jê xuliqîn Îsraîl û Filistîn" niha li youtube ye û li benda temaşekirinê ye.
Yek ji edîtorên Diyarnameyê Zeki Ozmen di gera xwe ya dawî de çûbû Îsraîlê û Filistînê û gera xwe bi iphoneyê tomar kiribû. Niha ew dîmen wekî dokumentek saz kir û dokumenter li ser kanala Youtube ya Diyarnameyê hat belavkirin.
Di dokumenterê de bajar, cîhên dîrokî, jiyana rojane hene. Ozmen wisa dibêje, "Min ji berê ve Îsraîl meraq dikir. Jixwe em bi nûçeyên derbarê Îsraîl û Filistînê de mezin bûne. Ez digel hevalên xwe Agit Boztemur û Bariş Jiyan Şahîn hefteyekî bi giranî li Îsraîl û li hinek deverên Filistînê geriyam. Me got gelek kes meraqa vir dikin. Em cihên bibînin bi Iponê tomar bikin û kesên meraqa vê derê dikin jî bikin hevparên gera xwe.”
Derbarê tomarkirina dîmenan de jî Ozmen van agahdariyan dide: "Me tu plan û amadekarî nekiribûn. Me nexwest gera xwe bi lêkolînên kûr ên ji bo belgefîlmekî jî xerc bikin. Kalîteya Iphonê ya dîmengirtinê ne xerab e. Me hemû dîmen bi Iphone 6s girtin. Ji bo deng jî her çiqas carcaran me berguhka Iphonê wekî mîkrofon bi kar anî jî, lê giranî me bi dengê xwezayî yê telefonê deng tomar kir. Bi vî awayî hem me gera xwe kir û hem jî me pê re wekî hobby dîmen kişandin.”
Ozmen dibêje ger derfet hebe divê mirov here wê axê bibîne.
Ji bo kesên bixwazin temaşe bikin:


