Diyarname
Bi navê "Hîkmet û Hîkayet, ji bo aramiya dilan" pirtûkek nû li ber destên xwendevanan e. Mele Sadullah Taşan pirtûka navborî amade kiriye û pirtûk ji Weşanxaneya Nûbiharê derketiye.
Di pirtûkê de pirsgirêkên civakî, peyamên girîng, nexweşiyên derûnî, ilm û hîkmetên pêwîst bi çîrokên/hîkayeyên meraqwer û balkêş cih girtine.
Nivîskar di pênc beşan de hîkayeyên/çîrokên cur bi cur ji çavkaniyên heyî dane hev û ew bi cih kirine. Li gor Quranê û hedîsên pêxember û gotinên navdaran, piştî her çîrokê hîkmet, îbret û hîse hatine nivîsîn. Pirtûk jî li ser vê xetê hatiye amadekirin. Beşa yekem a vê pirtûkê ji Gulistana Sediyê Şîrazî hatiye bijartin.
Beşa duyem ji serpêhatiyên nivîskar û derdora wî pêk hatiye.
Nivîskar di beşa sêyem de hîkayetên ku pêxember ji eshabiyên xwe re gotine û hîkayeyên gelek bi îbret û meraqwer bi cih kiriye.
Amadekarê pirtûkê Taşan beşa çaran ji bo zarokan veqetandiye. Di vê beşê de ji bo perwerdehiya zarokan çend çîrok hene. Sadullah Taşan beşa dawî yanê beşa pêncan bi gotinên wecîz yên rênîşandêr temam kiriye.
Sadullah Taşan kî ye?
Nivîskar Sadullah Taşan di sala 1986'an de li Misircê hatiye dinê. Perwerdeya xwe ya pêşîn li cem bavê xwe Mele Hefzullahê Pirtayî wergirtiye. Dibistana seretayî û navîn li Misircê xwendiye û dûre Zanîngeha Dîcleyê beşa Îlahiyatê qedandiye. Di navbera salên 2010 û 2012'an de li gundê Firdêsa Licê û li gundê Qormaniya Farqînê melatî kiriye. Ji 2012'an ve li Misircê li lîseya îmam xetîbê mamostetî dike.
Heta niha ev pirtûkên wî derketine:
1- Gotinên Rênîşandêr
2- Serpêhatî û Peyamên Pêxemberan
3- Peygamber Kissalari ve Dualari.


