Diyarname
"Anadolu Ajansi" (Ajansa Anadoluyê) li Tirkiyeyê ajansa dewletê ye. AA niha dê serwîsa bi kurdî veke.
Demekî berê berpirsê AA'yê ragihandibû ku 'ewê beşa kurdî ya ajansê vekin û bi vî awayî fikrên xwe, nûçeyên xwe ragihînin bakurê Iraqê'. Niha AA'yê lez da vê xebata xwe û di 1'ê rezbera 2013'yan de dest bi weşana bi kurdî jî bike.
AA niha digel tirkî bi îngilîzî, erebî, boşnakî û rusî weşanê dike. Ajans ku di warê ragihandina fikir de roleeke wan a girîng heye, niha AA'ya ku heta îro her wekî berdevkê dewletê tevgeriya ye, niha dê bi kurdî jî nûçeyan biweşîne. AA dixwaze nûçeyên xwe yên kurdî bifroşe weşanên li başûrê Kurdistanê.
Ji bo beşa kurdî rojnameger Adem Demir (rojnamegerekî nêzî hikumetê ye û heta niha di rojnameyên wekî Akit, Aktuel, Newsweek û rojnameya Tirkiye de xebitiye) hat peywirkarkirin.
Demir serê vê mehê dest bi kar kir û niha dixwaze nûçegîhan û edîtorên ku bi kurdî dizanin bigire kar.


