Wan
Li hemberî operasyonên li hemberî DTP'ê û ji bo çaraseriya pirsgirêka kurd mîtînga DTP'ê ya Wanê îro li dar ket.
Mitînga "DTP'ê bêdeng neke, çekan bêdeng bike, bersivê bide bêpevçûniyê" ya ku li Parka Kultur a li cem Keleha Wanê li dar ket li dor 100 hezar kesî hat cem hev.
Di mîtîngê de koma muzîkê ya Navenda Çandê ya Wanê,Hemê Hacî û Peyman Arjîn stranên xwe pêşkêş kirin.
Di mîtîngê de Şaredarê Wanê Bekir Kaya gotinên Serokomar Abdullah Gul "Dê tiştên baş bibin" bibîr xist û anî ziman ku li aliyekî nîqaşên ji bo çareseriya pirsgirêka kurd tên meşandin ji aliyê din ve jî operasyonên li hemberî gelê kurd didomin.
Kaya, wisa got: "Ji aliyekî ve pirsgirêka kurd tê nîqaşkirin, li aliyê din jî operasyon didomin. Kesên dibêjin 'Ji bo pirsgirêka kurd dê tiştên baş çêbimin' li Iraqê tevî zîrveyên sêalî dibin. Ev yek dibe sedama fikaran."
Kaya, destnîşan kir ku êdî ne mumkune gelê kurd bi pelçiqandinê û pêkutiyan bê bêdengkirin û wiha berdewam kir: "Gelê kurd heta îro bedelên mezin da. Lê tu carî ji tu kesî alîkarî nexwest. Ji niha û pê ve jî gelê kurd ji bo xewdî li vîna xwe derkeve dê têkoşîna xwe bidomîne."
Hevserokê DTP'ê Ahmet Turk jî, bal kişand ser niqaşên li ser çareseriya pirsgirêka kurd tên maşandin û diyar kir ku îro rojek pir girîng e. Turk wiha got: "Em di pêvajoyek aştî û şer re tê nîqaşkirin de derbas dibin. Me her tim li aliyê azadî û aştiyê cih girt. Em ê vê helwesta xwe heta dawî dom bikin."
Turk, bal kişand ser hilbijartinên 29'ê adarê û anî ziman ku gelê kurd di hilbijartinê de serkeftinek girîng bi dest xistine. Turk, da zanîn ku ew ji bo siyasetek demokratîk li têkoşîn û tevgera kurd xwedî derketne û wiha got: "Ji ber ku li erdnîgeriya kurd sîyaseta demokratîk xurt bûye me 98 şaredarî bi dest xist. Gel çareseriya aştiyê xwest, lê belê dîsa bi şer û operasyonan bersiv dan van daxwazên gel. Gelek hevalên me hatin girtin. Bi van êrîşan riya aştî û çareseriyê digirin."
Wekî notek: Mîtînga DTP'ê ya li Stenbolê jî sibê (24'ê gulanê) dê li Qada Çaglayanê li dar bikeve.