Diyarname
Bernameya 6'emîn Rojên Belgefîlman a Egeyê hat eşkerekirin. Di rojên belgefîlman de gelek belgefîlmên bi kurdî jî hene. Belgefîlmê bi navê "Mazgal" ku li ser bûyera kuştina 10 girtiyên kurd a li Girtîgeha Amedê ye jî yekem car di festîvalê de dê bê nîşandayîn.
Rojên Belgefîlman a Egeyê ji aliyê hîndekar û xwendekarên Zanîngeha Egeyê ve tê amadekirin. Di bin rêveberiya hîndekarê zanîngehê Hilmi Maktav de ev 6 sal in rojên belgefîlman tê organîzekirin.
Rojên Belgefîlman a Egeyê îsal di navbera 14 û 17'ê gulanê de li dar dikeve û di 4 rojan de zêdeyî 20 belgefîlman dê bê nîşandayîn. Belgefîlm li dû hev, bê navber têne nîşandayîn. Di nav belgefîlman de gelek belgefîlmên derhênerên kurd jî hene.
Ji belgefîlman neqandinek:
Bûkên Binxetê
Derhêner: Mustafa Uluç
19 deqe
Roja Nîşandanê: 16 gulan, saet 14.35
Belgefîlm li ser zewacên serxetê û binxetê dike û balê dikişîne ser wê derê.
Metropolîs
Derhêner: Eylem Şen
65 deqe
Roja Nîşandanê: 15 gulan, saet 14.40
Derhêner Eylem Şen berê kameraya xwe dide polîsan û dikeve dû pirsa "Polîs çima wisa bi hêsanî û zû çekê xwe derdixe û bera kesan dide, çima tu saziyeke bi rastî ji bo pêşî li vê yekê bigire gavan navêje?"
Min Rastî Nivîsand-Deftera Licêyê
Derhêner: Ersin Çelik
48 deqe
Roja Nîşandanê: 15 gulan, saet 13.00
Ahmet Tektaş ê 83 salî ji sala 1945'an ve li ser Licê bîranînên xwe not digire. Belgefîlm ji ser notên Tektaş re rewşa Licê, salên 90'î nîşan dide.
Mazgal
Derhêner: Cemil Oguz
51 deqe, bi kurdî-tirkî
Roja Nîşandanê: 17 gulan, saet 16.05
Belgefîlmê bi navê "Mazgal" li ser pirsa "Mirovek çawa dikare bê kuştin?" dikeve rê, balê dikişîne ser bûyera 24'ê rezbera 1996'an ku wê rojê li Girtîgeha Amedê 10 girtî bi lêdanê hatin
kuştin. Kesên di bûyerê de ji mirinê filitîne û şahidên din ên bûyerê, ji her alî ve qala wê rojê dikin.
Bûka Baranê
DerHêner: Dilek Gokçin
60 deqe
Roja Nîşandanê: 17 gulan, saet 18.10
Di salên 90'î de li Culemêrgê, li dibistaneke gund zarok dixwînin û wêneyekê dikişînin. Piştî salan hin ji xwendekarên di wê wêneyê de careke din têne cem hev û qala wan rojan, her wiha qala wê serdemê dikin.
Yaşam Marangozu (Necarê Jiyanê)
Derhêner: Deniz Koçak
53 dq
Roja nîşandanê: 17 gulan, saet 13.00
Derhêner Koçak bi fîlmê ku kişandiye qala çîroka nejar Sarkis Çerkezyan dike ku ew hem ermen hem jî komunîst e.
Faîlî Dewlet
Derhêner: Veysi Altay
57 deqe
Roja Nîşandanê: 14 gulan, saet 13.00
Di navbera salên 1990-1996'an de li Cizîrê dewletê gelek kes girtin bin çavan û ew winda kirin. Belgefîlm bi vegotina xizmên windayan û îtîrafa îtîrafkaran qala windakirinên wê demê dike.
İstanbul Meyhanelerî (Meyxaneyên Stenbolê)
DerHêner Servet Dilber, Gurcan Ozturk
46 deqe
Roja Nîşandanê: 15 gulan, saet 16.00
Meyxaneyên Stenbolê her bûne cihê çavkaniya feyzê ya ji bo hunermendan, rewşenbîran. Meyxane di nav jiyana civakî de jî ciheke girîng digirin. Belgefîlm balê dikişîne ser van meyxaneyan û rola wan.
Îşkenceyî Gorduk (Me îşkence dît)
Derhêner: Cenk Ortulu, Zeynel Koç
30 deqe
Roja Nîşandanê: 15 gulan, saet 17.00
Ligel mexdûrên îşkenceyê atolyeya sînemayê tê lidarxistin, beşdar wêneyên xwe bikar tînin û fîlm saz dikin. Di dema ku ew qala îşkence û îşkencekaran dikin pergalê digirin bin lêpirsînê, ligel her tiştî careke din bi hêviya li jiyanê têne girêdan ku ev yek bandorê li temaşevanan dike.
DAMOCRACY: Barajlarin Golgesindeki Uygarliklar (DAMOKRACY: Şaristaniyên di bin siya bendavan de)
Derhêner: Todd Southgate
34 deqe
Roja Nîşandanê: 16 gulan, saet 18.25
Belgefîlmê Damocracy li ser du bendavên ku li dinyayê têne nîqaşkirin, bendavên Belo Monte yê li Brezilyayê û İlisuyê ku dê Heskîfê noqav bike... Fîlm balê dikişîne ser her duyan û rexneyê li sazkirina bendavên li van deran dike.
Buyuk Umutlar (Hêviyên Mezin)
Derhêner: Nilgun Eroglu Maktav
52 deqe
Roja Nîşandanê: 17 gulan, saet 15.00
Derhêner Derviş Zaim li Tirkiyeyê yek ji derhênerên girîng e. Belgefîlm çîroka Zaim pêşkêş dike. Di belgefîlm de ji zarokatî heta ciwaniya wî, heta îro kîte têne pêşkêş kirin.
Û belgefîlmên din ku di çarçoveya 6'emîn Rojên Belgefîlman a Egeyê de bêne nîşandayîn:
- Salkim Sogut Saç
Derhêner: Serdar Guven
- Workingman’s Death
Derhêner: Michael Glawogged
- Benim Çocugum (Zarokên Min)
Derhêner: Can Candan
- Dunyayi Kurtarmaya Çalişanlar
Derhêner: Akile Nazli Kaya
- Gurbet Pastasi
Derhêner: Ayşe Funda Aras
- Ez Firîyam Tu Ma Li Cih
Derhêner: Mizgîn Arslan
- Davutpaşanin Külleri
Derhêner: Ayten Başer
- Yolun Başinda
Derhêner: Somnur Vardar
- DOM
Derhêner: Halil Aygun
- Saîrê Dersîmî: Silo Qiz
Derhêner: Bulent Boral
- Zahide, Tahir, Hanim ve Digerleri
Derhêner: Gul Buyukbeşe Muyan
Ji bo agahiyên berfirehtir:
http://www.egebelgesel.com/


