logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê
news-details

Kişanak: Werin em bi hev re aştiyê ava bikin

Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak di kongreya Meclîsa Jinan a BDP'ê de axivî û diyar kir ku, têkoşîna jin di naven

  • Dîrok: 28/04/2013
  • Beş: Nûçe

Enqere
Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak di kongreya Meclîsa Jinan a BDP'ê de axivî û diyar kir ku, têkoşîna jin di navenda wê de neyî dê kêmas be û azadî û demokrasiyê bi tu tiştî nadin guherîn. Kişanak wiha bang li jinên Tirkiyeyê kir: "Werin em bi hev re aştiyê ava bikin."

2'emîn Kongreya Asayî ya Meclîsa Jinan a BDP'ê bi beşdariya bi hezaran jinan dest pê kir. Berdevka Meclisa Jinan a BDP'ê Pelîn Yilmaz bi kurdî û tirkî girse silav kir û diyar kir ku, bi hev re şer kirin û gav bi gav mezin bûn û rêxistinbûna xwe bilind kirin. Yilmaz anî ziman ku, di asta hatinê de di gelek mekanîzmayan de cih digirin û di hevserokatiyan de, rêveberiyên heremî û kotaya jinê bi dest xistin. Yilmaz da zanîn ku, ji bo çareseriya pirsgirêkên civakî gelek peywirên girîng girtin û xebatên jinan berdewam dikin.

Yilmaz bilêv kir ku jin di bin bangê DOKH'ê de rêxistinbûna xwe dikin û li her qadê di bin banekî de hatin cem hev. Yilmaz destnîşan kir ku, DOKH li erdnîgariya Rojhilata Navîn rêxistinbûna jinê ya herî bi paye ye. Yilmaz got ku, komkujiya Parîsê ji bîrnekirin û jibîrnakin. Yilmaz bal kişand ser girtiyên jin û anî ziman ku di pêvajoya çareserî tê nîqaşkirin li girtîgehan binpêkirinên mafên mirovan gelek dijwar in.

‘OCALAN ÇIQAS GIRÎNGÎ DA BERXWEDANA KURD EWQAS JÎ DA AZADIYA JINÊ’

Yilmaz diyar kir ku, ji şîara "Rizgariya Demokratîk jiyana azad" paşve gav avêtin tuneye û wiha got: "Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan qasî girîngî da berxwedana Kurd ewqas girîngî da azadiya jinê jî. Jinan peyama Birêz Ocalan li dilê xwe nivîsîn. Ew çiqas girîngiyê dide azadiya jinê em jî ewqas girîngiyê didin azadiya Birêz Ocalan." Yilmaz bal kişand ser jinên bêewlehî dixebitin, cînayetên jinan, qetilkirina kesên LGBTT û jinên keda wan tên destserkirin. Yilmaz hemû jinên ji 8'ê Adarê heta 1'ê Gulanê berxwe didin silav kirin. Yilmaz axaftina xwe bi slogana "Jin jiyan azadî" bi dawî kir.

PEYAMA GIRTIYÊN JI DOZA PAJK'Ê

Şaredara Lîceyê Fîkriye Aytekîn peyamên girtiyên ji doza PAJK'ê, parlementerên BDP'ê Gulser Yildirim û Selma Irmak û girtiyên din ên jin xwend. Di peyaman de têkoşîn û berxwenda heta niha hatî dayîn hate silavkirin. Girtiyên PAJK'î di peyama xwe de diyar kirin ku sekna Sakîne Cansiz a ku li Parîsê hate qetilkirin ji aliyê dîrokê ve hate nivîsandin û berxwedana hemû jinên li ser vê esasê têkoşîn dayîn esas digirin. Di peyaman de di serî de li hemberî Girtîgeha Tekîrdagê û hemû girtîgehan bi hestari bin bang hate kirin.

‘EM AZADIYÊ BI TU TIŞTÎ NAGUHERÎNIN’

Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak jî axaftina xwe bi silavkirina kurdî dest pê kir. Kişanak hemû jinên di têkoşîna jinan de cih girtin û di navbera wan de neyîn silav kirin û ji hemû girtiyên jin re silav şandin. Kişanak diyar kir ku, ew di pêvajoyek gelek girîng re derbas dibin û ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd rêbazên demokratîk esas girtin û wiha got: "Xwedî derketina pêvajoya Birêz Ocalan daye dest pêkirin girînge. Em hêjayî dayîkên aştiyê û hemû dayîkên zarokên xwe winda kirin bibin girînge. Em dê vê têkoşînê mezin bikin û bigihijînîn serkeftinê. Em ji bo hêjayî Birêz Ocalan ê ku pêvajo ji bo hemû mirovahiyê daye destpêkirin bibin dê mezin bikin." Kişanak anî ziman ku, jinên Tirkiyeyî dibêjin gelê Kurd mafên xwe kirin mijara bazariyê û wiha axivî: "Tu bazar ji zarokên we biqîmetir nîne. Em jinên Kurd bi banga Birêz Ocalan hewil didin zarokên we biparêzin. Hemû kesên li vî welatî dijîn bila wekhev bin. Bila mafên xwe bikarbînin. Em dixwazin xwîn rawestê. Dibêjin Kurd mafên xwe dikin mijar bazarê. Nemimkune ku em mafên xwe bikin mijara bazarê. Em azadî û demokrasiyê bi tu tiştî naguherînin. Em li welatekî mafê jiyana jinan ji holê radikin dijîn. Ez li vir bang li hemû jinên Tirkiyeyî dikim. Heke rojekê aştî pêk bê dê birûmet, demokratîk û hemû kes jê keyfxweş be." Kişanak da zanîn ku jinan her tim di pêvajoya têkoşîna civakî de cihê xwe girt û dê her tim têkoşîna xwe bidomîne û wiha axivî: "Em dê weke her car di têkoşînê de cihê xwe bigirin. Em dê bi hemû jinan re vê têkoşînê bidomînin. Em dê di têkoşîna ked û demokrasiyê de cihê xwe bigirin."

'WERIN EM BI HEV RE AŞTIYÊ ÎNŞA BIKIN'

Kişanak bilêv kir ku di necama pirsgirêka Kurd de her malbat û jinê êş û travmayên mezin jiyan kirin û wiha pê de çû: "Trawmaya herî mezin dayîkên zarokên xwe windakirin jiyankirin. Ji bo ku em hêjayî bedelên hatin dayîn weke berê em dê dîsa têkoşîna xwe bidomînin û divê em pêşengiyê bikin." Kişanak wiha bang li jinên Tirkiyeyî kir: "Werin em jin hemû bi hev re dest bidin hev û em hemû bi hev re aştiyê qezenc bikin. Di pêvajoya jin dest bidin hev tu kes winda nake. Ez ji jinên Tirkiyeyî re dibêjim werin em bi hev re têkoşînê bikin. Me heta vir bar anî. Em ji vê yekê gilî nakin. Ez li vir bang dikim. Werin em aştiyê niha parve bikin. Em bi hev re demokrasiyê ava bikin." Kişanak destnîşan kir ku, pirsgirêka jinê qasî pirsgirêka Kurd girane. Kişanak bal kişand ser zarokên jin ên hêj biçûk dikin bûk, cînayetên jinan. Kişanak da zanîn ku, ew dê hêj bêtir rêxistinbûna xwe mezin bikin.

‘BIRÊZ OCALAN SEROKÊ VÎ GELIYE’

Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk jî diyar kir ku, jin tê wateya jiyanê û çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd girêdayî jinane û wiha got: "Em weke jinên Kurd û siyasetmedarên Kurd dê vê têkoşînê biserbixin. Em soza vê yekê didin." Tugluk anî ziman ku, ew dê jiyana azadî û demokratîk bi hev re ava bikin û wiha axivî: "Birêz Ocalan serokê vî gelî ye. Seroke. Em xwedî li têkoşîna aştî û azadiya vî gelî derkevin. Ji bo Birêz Ocalan bi hêz tevlî pêvajoyê bibe divê şertên wî bên sererastkirin. Ji ber vê yekê behsa piştevaniya kurd û tirkan tê kirin. Ji bo Birêz Ocalan bang li gelê kurd û tirk bike divê şertên wî bên sererastkirin. Ez bawer dikim ji bo aştiyê û çareseriyê ev yek guncawe. Em jin dê di her qada jiyanê de cih bigirin. Çareseriya bêyî jinê çênabe."

 

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 27 10 2026

Der barê Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Kobanî de biryarên nû

news
  • 26 10 2026

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

news
  • 26 10 2026

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

news
  • 26 10 2026

6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

news
  • 24 10 2026

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Taylor Swift mohra xwe li şevê da

ad

Di 92 salan de gavek dîrokî

ad

He-Man carek din şûrê xwe bilind dike!

ad

Şandeyan Bakur û Başûr encamên çavdêriyên xwe ragihandin

ad

Di maça Bale û Ronaldo de Ronaldo bi ser ket

ad

Bi awayekî fermî çû PSG'ê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname