Diyarname
Xelatên Muzîk Vîdeoyê yên MTV bi merasimek hatin belavkirin. Stranbêje navdar Taylor Swift xelata "Strana Salê" jî di nav de 9 xelat girtin û mohra xwe li şevê da.
Di warê muzîkê de xelatên MTV cihek girîng digirin. Di lîsteya berendaman de Swift di 11 waran de berendam bû. Wê 9 xelat girtin. Di warê Stranbêja Salê e yekem car tenê jin wekî berendam nîşan dan. Hunermend Shakira "Xelata Pêşeng a Vîdeoyê ya Michael Jackson" girt ku ew bû yekemîn jina ji Başûrê Amerîkayê ku vê xelatê digire.
Va ne xelatên hatine belavkirin:
- Strana Salê: Taylor Swift - "Anti-Hero"
- Klîba Muzîka Pop a Herî Serketî: Taylor Swift – ''Anti-Hero''
- Derhêneriya Klîbê ya Herî Serketî: Taylor Swift - Anti Hero
- Efekta Herî Serketî: Taylor Swift - Anti Hero
- K-Popa Herî Serketî: Stray Kids - "S-Class"
- Klîba bi Peyama Civakî: Dove Cameron - "Breakfast"
- Xelata Pêşeng a Vîdeoyê ya Michael Jackson: Shakira
- Xelata Latîn a Herî Serketî: Anitta - "Funk Rave"
- Hîp-Hopa Herî Serketî: Nicki Minaj "Spuer Freaky Girl"
- Xelata Îkonê Gerdûnî: Puff Daddy
- Hevkariya Herî Serketî: Karol G, Shakira - "TQG"
- Hunermenda Nû ya Herî Serketî: Ice Spice
- Xellata Afrobeats a Herî Serketî: Rema & Selena Gomez - "Calm Down"
- Klîka Muzîkê ya Herî Serketî: Blacpink
Hunermend Shakira "Xelata Pêşeng a Vîdeoyê ya Michael Jackson" girt.