logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Di kûrahiya bîra jinê de: Nirxandinek li ser pirtûka Fatma Savci 'Bîrgeha Mê'
  2. Ji bo piştgiriya Weşanên Sîtavê nivîskar tên ba hev
  3. Weqfa Mezopotamyayê resepsiyona ‘Ferhenga Rastnivîsînê’ li dar xist
  4. Şaredariya Peyasê Atolyeya Hunerê ya Yekta Vekir
  5. Gelo Pep Guardiola ji Manchester City xatir xwest?
news-details

Di maça Bale û Ronaldo de Ronaldo bi ser ket

  • Dîrok: 06/07/2016
  • Beş: EURO 2016

Diyarname  

Bale ji Gellerê, Ronaldo ji Portekîzê ye û her du jî yek ji tîmên mezin a Ewropayê di Real Madrid de dilîzin. Îşev maça yekemîn a nîv fînala tûrnûvaya Euro 2016 hebû. Ji bo vê Galler û Portekîz hatin hemberî hev. Her du lîstikvanên di La Lîga de ligel hev dilîzin û di tîmên xwe yên neteweyî de lîstikvanên sereke ne, her du kaptanên tîmên xwe ne dê çi bikira? Ronaldoyê di maçên berî vî de zêde bi bandor nebû yan Baleyê kedek mezin da heta tîma wî hat vir dê bi ser biketa? 

Nîveka yekemîn a maçê bi 0-0 bi dawî bû lê serdestî di destê Galler de bû. Nîveka duyemîn bi serdestiya Portekîzê dest pê kir. Di deqîqeya 49'an de Ronaldoyê çav li ser bû derket ser dikê; gelek bilind bû, serek xweş li gogê da: 1-0. Gallerê hê şoka vê golê ser xwe neavêtibû di deqîqeya 53'yan de vê carê Nani xwe nîşan da: 2-0 

Di 15 deqîqeyên nîveka duyem de serdestiya Portekîzê hebû jê wêdetir Galler hakimê maçê bû lê fûtbolê ne li serdestî li golan û li skorê dinêre... ne şûtên  Bale ne atakên lîstikvanên din li ser navê Gallerê ne karîn skorê biguherînin û di encamê de Portekîzê derket fînalê; Ronaldoyê di maçên berê de bêdeng di vê maçê de hem deng derxist û hem ew, hem tîma wî Portekîz yekem car derket fînalê.  

Portekîzê heta niha di çarîk fînalê de Polonya (maç 1-1 bi dawî bûbû, bi penaltiyan 5-3),  di maçên 16 tîman de Hirvatistan bi 1-0 têk biribû û hatibû nîv fînalê. Gallerê di çarîk fînalê de Belçîka bi 3-1, di maçên 16 tîman de Îrlandaya Bakur bi 1-0 têk biribû û hatibû nîv fînalê. Di vê nîv fînalê de kîjan tîm derketa fînalê dê ne surprîz ba ji ber ku Portekîz bi tecrubeya xwe ya berê, Galler bi lîstika xwe ya bi maçên ku heta niha pê hatibû derketibû pêş. Ger pirsek wisa bê kirin "di vê maçê de serketin kîjan tîmî heq dikin" herhal dê bersiv Galler be lê her gav gog edaletê nîşan nade.

Sibê dê Almanya û Fransa maça din a nîv fînalê bilîzin. Kîjan bi ser bikeve di fînalê de dê bibe reqîbê Portekîzê. Maça fînalê jî êvara 10'ê mehê tê lîstin. 

KUNYE
STAD: Stade de Lyon
HAKÊM: Jonas Eriksson, Mathias Klasenius, Daniel (Swêd)
PORTEKÎZ: Patricio, Cedric, Bruno Alves, Fonte, Raphael, Joao Mario, Danilo, Adrien Silva, Renato Sanches (74.dq Andre Gomes), Nani (86.dq Quaresma), Cristiano Ronaldo 
GALLER: Hennessy, Chester, Williams, Collins(66.dq Jonny Williams), Gunter, Ledley (58.dq Sam Vokes), Andy King, Joe Allen ,Taylor, Gareth Bale, Robson-Kanu (63.dq Simon Church)
Qertên Zer:  Dq 8 Joe Allen, Dq 62 James Chester, Dq 88 Gareth Bale (Galler),Dq 71 Bruno Alves, Dq 72 Cristiano Ronaldo (Portekîz)
GOL: 50.dq Cristiano Ronaldo, 53.dq Nani (Portekîz)

Rekor di destê Ronaldo de ye
Û notek ji bo Ronaldo: Ronaldo xwedî rekora "Tekane lîstikvanê di 4 tûrnûvayên Ewropayê de gol avêtiye" û bi gola di maça Gallerê de avêt bû xwedî 9 golan (di van tûrnûvayan de) ku bi vê bû şirîkê rekora Michael Platini (Fransiz) ku rekora "Lîstikvanê di Tûrnûvayên Fûtbolê ya Ewropayê de Herî Zedê Gol Avêtiye" di destê Platini de bû. Li aliyê di bi vê maçê Ronalbû bû 132 cadar formaya tîma neteweyî ya Portekîzê li xwe dike ku di vî alî de jî xwedî rekor e. Wî di 20 maçên Tûrnûvaya Ewropayê de forma li xwe kiriye ku ev yek jî rekor e.

Notek ji bo Gallerê
Galler yekem car beşdarî Tûrnûvaya Ewropayê bû. Maçên ku lîstin, bi taybetî maça ligel Belçîkayê nîşan da ku heq kiriye heta niha hatiye. Tîma ku yekem car beşdarî tûrnûvayê dibe û heta nîv fînalê tê bi qasî tîma ku derbasî fînalê dibe çepikan heq dike.  

Û nota dawî
Di dawiya maçê de lîstikvanên her du tîman hev pîroz kirin. Bi taybetî Ronaldo û Bale ku hatin cem hev û hev pîroz kirin, li ser lingan demek bi hev re sohbet kirin.

 

Parve Bike

Youtube Me

Mem Ararat, Arda Guler, Kom Muzîk, hiqûq û tiştên din...

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news
EURO 2016 - Nivîsên Dawî
news
  • 11 07 2016

Kurd bûbûn du parçe: Portekîzî û Fransî, portekîzî bi ser ketin

news
  • 11 07 2016

Vane 11'yên serketî yên Euro 2016

news
  • 11 07 2016

Portekîzê çiqas, Tirkiyeyê çiqas prîm belav kir?

news
  • 10 07 2016

Fînal li benda sporhezan e

news
  • 10 07 2016

Û xilas: Portekîzê li mala Fransayê kûpa ji dest wan girt

news
  • 07 07 2016

Fransa û Portekîz dê kap biavêjin

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
news

Ziman bi tirkî, nav bi kurdî; qilopiloyên kurdan

  • Cemil Oguz
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
Ev jî hene
ad

Zanîngeha Fenerbahçeyê tê avakirin

ad

'Hawar'ek nû hat

ad

ZEND'ek nû li pêşberî xwendevanan e

ad

2 mîlyon heb album firot û rekor şikand

ad

Hefteyek ma be jî Amed Spor şampiyon e

ad

Ligel ku nabîne jî pirtûkek nivîsand

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Di kûrahiya bîra jinê de: Nirxandinek li ser pirtûka Fatma Savci 'Bîrgeha Mê'

  • 19 05 2026
news

Ji bo piştgiriya Weşanên Sîtavê nivîskar tên ba hev

  • 19 05 2026
news

Weqfa Mezopotamyayê resepsiyona ‘Ferhenga Rastnivîsînê’ li dar xist

  • 20 05 2026
news

Şaredariya Peyasê Atolyeya Hunerê ya Yekta Vekir

  • 19 05 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname