Diyarname
Platforma muzîkê Fizy her cure muzîk pêşkêşî muzîkhezan dikir. Niha platforma muzîka, fizy ya bi kurdî jî vebû û bi sedhezaran stranên bi kurdî pêşkêş dike.
Malpera bi navê "yekster.com" ji bo hezkiriyên muzîka kurdî kete xizmetê. Di malperê de her cure muzîka kurdî heye û kî bixwaze dikare bê pere lê guhdarî bike. Platform ji niha de bûye "Fizy ya Kurdî" û her ku diçe bereya wê firehtir dise.
Platform bi diruşma "Platforma guhdarîkirina muzîka kurdî ya herî mezin a cîhanê" dest bi weşanê kiriye û dike ku muzîka kurdî bide nasîn û dengê wê belav bike.
Di malperê de beşa "muzîkên hatiye guhdarî kirin ên dawî", "muzîkên zêde hatiye guhdarîkirin", "lîsteyên muzîkên yên di weşanê de", "ji bextê min re çi derkeve (rasthatî)" hene. Her wiha di cihê "Tu dixwazî çi guhdarî bikî?" de mêvan bixwazin li kîjan muzîkê guhdarî bikin li wir dinivîsin û lê guhdarî dikin.
Ji Xelîl Xemgîn, Delîl Dîlanar heta Şivan Perwer, Nîzamettîn Arîç, Ciwan Haco, ji Aramê Tîgran heta Diyar, heta Seyidxanê Boyaxçî mêvan kîjan hunermendî/ê bixwazin dikarin li stranên wî/ê guhdarî bikin.
Di malpera bi kurdî de hin peyvên bi pirkî jî hene, lê her hal bi demê re hemûyî dê bikir bi kurdî. Belê Fizy ya Kurdî, yekster.com di xizmeta we de ye.
***
REKLAM
Hejmara nû ya kovara Dîwar li benda we ye!
Ji bo abonetî û pirsên din:
Ji bo nûçeya li ser kovarê jî wêneyê kovarê bitikînin.