Diyarname
Roja 27'ê Aderê wekî Roja Şanoyê ya Cîhanê tê pîrozkirin. Kurd jî di vê rojê de çalakiyan li dar dixin.
Yekîtiya Şanoyên Navneteweyî di sala 1961'ê de di 9'emîn Konferansa ITI (International Theatre Institute - Enstîtuya Şanoya Navneteweyî) li dar ket. Fikra Roja Şanoyê ya Cîhanê li wê derê hat vegotin û di sala 1962'yan, roja 27'ê adarê li Parîsê Şanoya Navneteweyî vebû. Lewma jî ev roj wekî Roja Şanoyê ya Cîhanê hat qebûlkirin. Niha ITI li dinyayê li dor 100 cihan her sal vê rojê pîroz dikin.
Kurd jî her sal vê rojê pîroz dikin. Yek ji çalakiyan ku îsal kurd dê li dar bixin jî wê li Stenbolê li dar bikeve.
Çalakî wê li Weqfa Îsmaîl Beşîkçî li dar bikeve. Roja Şanoyê de wê pêşî belgefîlmê bi navê "Cewher: Dînên Shakespeare" bê nîşandayîn û piştî nîşandayîna belgefîlm jî dê gotûbêjeke bi beşdariya şanogerên kurd lidar bikeve.
Şanogerên kurd Erdal Ceviz, Aydın Orak, Berfin Zenderlioglu wê li ser "Şanoya Kurd" axaftina xwe bikin û bersiva pirsên beşdaran bidin.
Çalakiya navborî roja 27'ê adarê saet 19.00'an de li qata jorîn a Weqfa Îsmaîl Beşîkçî li dar bikeve.


