Diyarname
Piştî bûyerên 16’yê Cotmeha/KewÇêra 2017’an cara yekem Wezareta Petrolê ya Iraqê dixwaze li bajarokê Qeretepe yê ser bi parêzgeha Diyale, ku ji aliyê îdarî ve girêdayî navçeya Xaneqînê ye û yek ji herêmên veqetandî yên xaka Başûrê Kurdistanê ye, hewl dide dest bi karê destxistina petrol û gaza xwezayî bike.
Dengê Amerîka ku agahiyan dispêre çend çavkaniyan, ragihand ku Iraq li yek ji zeviyên petrolê yên bajarokê Qeretepe di nava hewldanên derxistina petrolê û gazê de ye.
AGAHÎ NEDANE HERÊMÊ
Şêwirmendê Mekteba Ragihandinê ya YNK’ê Behcet Ehmed yê Karûbarên Enerjiyê, ji Dengê Amerîka re got ku hikûmeta Iraqê ji bo kolandina bîrên petrolê yên nû li herêmên bi nakok, bi Herêma Kurdistanê re şêwir nekiriye û got; “Diviyabû bi aliyê Herêma Kurdistanê re parve kiriba, sedema ne parvekirina mijarê jî ew e ku yasaya petrol û gazê li Iraqê derneketiye.”
Behcem Ehmed got: “Ji ber derneketina yasaya petrol û gazê, Wezareta Petrolê bi yasayên berê kar dike û bi awayekî navendî bi pirsên enerjiyê re mijûl dibe, lewra bêyî şêwirîna li gel herêmê, mafê kolandina bîrên nû yên petrolê daye xwe ku petrol û gazê ji herêmên bi nakok derbixe.”
BI SAZIYA ÎMARATÊ RE KAR DIKIN
Li gorî agahiyên Wezareta Petrolê ya Iraqê bi şîrketa Crescent Petroleum ya Îmarat re peymanek îmze kir ku li deverên derdora bajarokê Qeretepe ya parêzgeha Diyale petrolê derbixe.
Behcet da zanîn ku Iraq hemû rêkarên yasayî temam kirine û bi şîrketên ji bo derxistina petrolê ji Qeretepe re peyman îmze kirine, divê ji niha û pê ve zeviyên wan radest bikin.
Guman tê kirin ku çend deverên derdora Qeretepe herêmên girîng yên petrolê bin, bi taybetî derdora gundên Şoka, Ebû Alic, Xizîfe û Glabat. Ji beriya çend rojan nûnerên şîrketên petrolê berî ku dest bi kar û kolana bîrên petrolê bikin, serdana wan deveran kiribûn.
Rêvebirê bajarokê Qeretepe Wesfî Elwan têkildarî mijarê da zanîn ku, hejmareke zêde ya bîrên petrolê yên Qeretepe hene û niha Wezareta Petrolê ya Iraqê dixwaze di van bîrên petrolê de veberhênanê bike.
BÎRÊN NÛ KOLANE
Alîkarê Wezîrê Petrolê yê Karûbarên Derxistina Petrol û Gazê Basim Mihemed di daxuyaniyekê de eşkere kir ku Wezareta Petrolê ji bo bihêzkirina rezervên neft û gazê dixebite, ji bo vê jî plansaziyeke lêkolînê amade kiriye û bîrên nû jî kolane.
Tevî ku Alîkarê Wezîrê Petrolê yê Iraqê got ku ewê di demeke nêzîk de dest bi kolandina bîreke petrolê li bajarokê Kifrî bikin jî, lê berpirsên Germiyanê red dikin ku tu gav ji bo kolandina bîrên nû li devera wan nehatine avêtin.
EV HERÊM DI DESTÊ KURDAN DE BÛ
Wezareta Petrolê ya Iraqê planekê amade dike ji bo veberhênana petrolê li bajarokê Qeretepe yê Xaneqînê ku yek ji deverên bi nakok yên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê ye. Heta 16’yê Cotmeha 2017’an ankû ji beriya dagirkirina ji sedî 51’ê xaka Başûrê Kurdistanê ji aliyê hêzên Heşdî Şeebî ve, ev herêm di bin desthilatdariya kurdan de bû.
Tê çaverêkirin ku di demeke nêz de şîrketa Crescent Petroleum ya Îmaratê li herêmên derdora Qeretepe dest bi xebatan bike. Di qonaxa yekem de wê li petrol û gazê bigerin û piştre jî dest bi kolandina bîrên nû yên petrolê bike.