Diyarname
Festîvala Fîlman a Cannesê îsal 67'emîn car wê di navbera 14-25'ê gulanê de li dar bikeve. Endamên juriyê jî niha diyar bûn.
Serokatiya juriyê dê Jane Campion (nivîskara senaryoyê û sazkara fîlman ji Zelandaya Nû) bike.
Di nav endamên juriyê de jî ev kes hene: Lîstikvana fransiz Carole Bouquet, ji DYA'yê nivîskara senaryoyê û derhêner Sofia Coppola, lîstikvana ji Îranê Leyla Hatamî, lîstikvana ji Koreya Başûr Jeon Do-yeon, lîstikvanê ji DYA'yê Willem Dafoe, lîstikvan û sazkarê fîlma ji Meksîkayê Gael Garcia Bernal, derhênerê ji Çînê Jia Zhangke, derhêner û sazkarê fîlma ji Danîmarkayê Nicolas Winding.
Ji Tirkiyeyê Nuri Bilge Ceylan ku li Cannesê xelat girtibû îsal bi fîlmê xwe "Kiş Uykusu" (Xewa Zivistanê) beşdarî festîvalê dibe û di beşa pêşbaziyê de ji bo Palmiyeya Zêrîn dê bikeve pêşbaziyê.
Festîval bi nîşandayÎna fîlmê "Grace of Monaco" dê dest pê bike. Fîlmê derhênerê fransiz Oliver Dohan li ser jiyana prensesa Monako û lîstikvan Grace Kelly hatiye kişandin. Di rola Kelly de lîstikvana navdar Nicole Kidman lîstiye. Prenses Kelly roja 14'ê rezbera 1982'yan (di 52 saliay xwe de) di qezayeke trafîkê de miribû.