Diyarname
Wezerata Karên Hundir a Tirkiyeyê îro bi kayûmê dest danî ser 4 şaredariyên din ên HDP'ê. Li Amedê Yenîşehîr û Hezro, li Şirnexê Hezex û li Dêrsimê jî bajaroka Perî ya girêdayî Mazgîrê bi kayûman hatin desteserkirin.
Berî vê sê jê bajarên mezin bi giştî dest danîbûn ser 16 şaredariyan û bi van jî bû 20 şaredarî ku bi kayûman dest datînin ser.
Ji MA'yê hatiye girtin