Diyarname
Vê hefteyê tunê du fîlm ketin vîzyonê. "Rojnivîska Seksê ya Jinekê" ku gelek hat nîqaşkirin û "Gelek nêzîk" de.
Pek Yakinda - Gelek Nêzîk de - Coming Soon
Derhêner: Sophon Sakdaphisit
Lîstikvan: Chantavit Dhanasevi, Worakarn Rojanawatchra
Di fîlmekî tirsê de herî zêde çi we ditirsîne? Ji nişke ve ji holê windabûna xeyaletekî? Yan dema karakterê sereke xeyaletê li pişt xwe ferq neke? Yan jî di temamê fîlm de kesê hûn lê temaşe dikin û hûn ferq dikin ew bi xwe xeyaletek e? Lê ger hûn rojekê bi tena serê xwe vegerin mala xwe û hûn bitirsin ku ew fîlmê tirsnak we bitirsîne? Fîlmê "Gelek nêzîk de" we vedikişîne nav van pirsan û nav tirsê.
Jibo fragmanê:
***
Bir Kadinin Seks Gunlugu - Rojnivîska Seksê ya Jinekê - Diary of a Sex Addict
Derhêner: Christian Molina
Lîstikvan: Belen Fabra, Leonardo Sbaraglia, Llum Barrera, Geraldine Chaplin
Fîlm ji romana Valerie Tasso hatiye girtin. Tasso li ser jiyana xwe bi navê “Insatiable: The Sexual Adventures Of A French Girl In Spain” (Netêrbûn: Macerayên seksê yên keçeke fransiz ên li Spanyayê) nivîsandibû.
Tasso ku di fîrmayeke rêvebereke mezin e rojeke biryar dide ku jiyana xwe pêşkêşî seksê bike ku herî zêde ji wê zewqê digire. Li ser meraqa xwe şeş mehan wekî fahîşeyeke asta bilind dixebite. Û ew li ser vê tecrubeyê vê pirtûkê dinivîse. Nivîskara ku niha li ser seksolojiyê teza xwe amade dike xwe wekî diljêbir, azadîxwaz û hinek sermest bi nav dike.
F
îlm li ser vê jiyanê hatiye kişandin.
Nûçeya eleqedar:
- "Rojnivîska Seksê ya Jinekê" tê
- Ferqa afîşa orjînal û yê li Tirkiyeyê
Ji bo fragmanê:


