Diyarname
59'emîn Xelatên Muzîkê yên Grammy bi merasimek hatin pêşkêş kirin. Hunermend Adale bi albuma xwe "25" û strana di vê albumê de "Hello" mora xwe li şevê da, tam pênc xelat berhev kir.
Merasima xelatdayînê li Staples Center a li Los Angelesê li dar ket ku pêşkêşvariya wê komedyenê îngilîz James Corden kir. Hunermendên wekî Beyonce, Adele, Bruno Mars derketin ser dikê; Metallica jî strana "Moth into Flame" ligel Lady Gaga pêşkêş kir. Beyonce ku bi heml e û li benda cêwiyan bi vê halê xwe derket ser dikê, temaşevanan eqeyek mezin nîşanî şova wê da.
Hunermend Adale "Tomarkirina Salê", "Albuma salê", "Strana Sanê" jî di nav de tam 5 waran de xelat girt û mora xwe li şevê da. Di vê navberê de Adele ku ji bo girtina xelata "Albuma Salê" derket ser dikê got, "Ya ku xelat heq kir Beyonce ye. Ez gelek minetdar im lê hunermenda jiyana min Beyonce ye" û xelata xwe şikand, parçeyek da Beyonce.
Chance the Rapper wekî "Hunermendê Herî Serketî" hat hilbijartin, xelata "Albuma Muzîka Alternatîf a Herî Serketî" jî David Bowie bi "Blackstar" girt.
Beyonce bi "Lemonade" xelata "Albuma R&B ya Hemdem a Herî Serketî", "Xelata Albuma Muzîka Dinyayê ya Herî Serketî jî bi "Sing Me Home" Yo-Yo Ma & The Silk Road Ensemble girt.
Her wiha xelata "Performansa Orkestra ya Herî Serketî" jî Boston Symphony Orchestra (Bi "Shostakovich: Under Stalin's Shadow – Symphonies Nos 5, 8 & 9") girt.
Vaye "Hello" ya Adele ku xelat girt: