Amed
72 saziyên sivîl yên Amedê bertek nîşanî helwesta Waliyê Amedê Mustafa Toprak dan û xwestin Walî Mustafa Toprak îstîfa bike. Saziyan diyar kir ku êdî tu rewabûna Walî nemaye û xwestin êdî îstîfa bike.
Li Amedê 72 saziyên sivîl ên civakî ku di nav de Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Nivîskarên Kurd, MAZLUM-DER, DÎSK, KESK, Koma Diyalogê ya Firat û Dicleyê, Dayikên Aştiyê, Komeleya 78'an, saziyên jinan yên Amedê jî hebûn têkildarî hatina Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyeyê Beşîr Atalay û helwesta Waliyê Amedê Mustafa Toprak li Mala Rojê ya Sumerparkê daxuyanî dan çapemeniyê.
Di daxuyaniyê de nûnerên gelek saziyên sivîl amade bûn. Berdevkê Platforma Şaxan a KESK'ê Medenî Alpkaya diyar kir ku, hevdîtinên bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re erênî ne û xwest ev hevdîtin berdewam bikin û vegerin pêvajoya aştî û muzakereyan.
Alpkaya da zanîn ku, Wezîr Beşir Atalay hat Amedê û bi saziyên sivîl ên civakî re hevdîtin kir û guh da nêrinên wan. Alpkaya wiha got: "Ev hevdîtin li gorî kêfa Waliyê Amedê Mustafa toprak hat kirin. Walî ji bo tevlîbûnê kêm bike û kesên nêzî xwe tevlî civînê bike ket nava hewildanan. Ev ne li gorî pêvajoya çareseriyê ye. Ev hişmendiya astengdar nayê qebûl kirin û em dixwazin Walî Toprak bi lezgîn îstîfa bike. Ger ku îstîfa nake jî êdî tu rewabûna wî nemaye."


