___Dogan Cîhan / Qamişlo___
Sînemagerên Rojavayê Kurdistanê bi armanca nîqaşkirina dahatûya sînemayê û avakirina pergalekî nû wê rojên 24 û 25’ê tîrmehê li bajarê Qamişloyê li Salona Bircê di komxebatekî de bicivin.
Komîteya Amadekar a Sînemagerên Rojava, piştî rêzeçavpêketin û nîqaşên berfireh ên bi sînemageran re (çi bi awayekî kesane û çi jî bi komî), biryar da ku vê civînê li dar bixe. Li gorî agahiyan, ji bilî sînemagerên Rojava, sê sînemageren ji Sûriyeyê jî di nav lîsteya mêvanên vexwandî de cih digirin.
‘EM Ê PÊŞEROJA SÎNEMAYA ROJAVAYÊ KURDISTANÊ NÎQAŞ BIKIN’
Endamê Komîteya Amadekar û sînemager Şêro Hindê der barê armanc û girîngiya vê civînê de axivî û got: “Em li Rojavayê Kurdistanê komxebateke sînamegeran amade dikin. Ev komxebat bi însiyatîfa sînamegerên Rojavayê Kurdistanê tê lidarxistin."
Têkildarî mijarên ku dê di komxebatê de werin nîqaşkirin Hindê ev agahî dan: "Emê li ser pirsgirêkên heyî bisekinin. Tiştên erênî û neyînî nîqaş bikin. Hemû sînamegerên Rojavayê Kurdistanê wê di 24-25’ê mehê de li Qamişloyê amade bibin. Li wê derê em ê pêşeroja sînemaya Rojavayê Kurdistanê nîqaş bikin. Tiştên erênî zêde bikin. Manewiyat û motîveyek jê bigirin. Kêmasiyêk ku heye nîqaş bikin, jêdera wan çi ye? Her sînemager wê wan bîne ziman û encamekî emê jê derbixin. Em ê têkiliyên xwe bi hemû sînemagerên Kurdistanê re pêş bixin ku em sînemayek nû ya kurd û Kurdistanî ava bikin.”
Tê payîn ku di encama civîna du rojan de, biryarên bo siberoja sînemaya Rojava werin dayîn û plansaziyeke nû ya xebatê were eşkerekirin."
ANHA


