Diyarname
Yek ji alimên kurdan Mele Ebdulah Varli roja 02.02.2012'yan jiyana xwe ji dest da û cenazeya wî roja 04.02.2012'yan, roja şemî, piştî nimêja nîvro dê li Erdîşê bê veşartin.
Mele Ebdullah Varli (navê wî yê li nasnameyê Mehmet Abdullah Varli) ku di encama qeyrana dil de wefat kir, di salên 90'î de ku kurdî hê zêde geş nebûbû meala Quran bi kurdî çêkir û weşand (1994. Lê di sala 1977'an de meala Quranê temam kiribû, ji ber qedexeyê nekaribû biweşîne). Ew wekî yekemîn kes ê ku meala Quran bi kurdî weşandiye jî tê nasîn. Seyda Varli gelek salan di diyanetê de xebitîbû, meala Quranê ku bi navê “Qurana Pîroz û Arşa Wê ya Bilind/ Kur’an-i Kerim ve Kurtçe Meali" amade kiribû û dabû diyanetê lê diyanetê ew neweşandibû.
Varliyê 72 salî cenazeya wî ji Nexweşxaneya Îbnî Sîna ya li Enqereyê hate girtin û ew şandin Erdîşê.
Varli li ser Ehmedê Xanî jî du cild pirtûk bi navê "Dîwan û Jînewariya Ahmedê Xanî” û “Dîwan û Gobîdeyê Ahmedê Xanî Yêd Mayîn" nivîsandibû û weşandibû.
Her wiha Mele Ebdulah Varli li ser dîroka kurdan jî dixebitî.