Diyarname
Di bin pêşengiya Şaredariya Nisêbînê de kampanyaya alîkariyê hate dest pê kirin. Navenda Jinan a Gulşîlav a Şaredariya Nisêbînê di banga ji bo alîkariyê de wisa got: "Li hemberî her cure zordarî, cudaxwazî, şîdet û ambargoyê em piştgirî bidin gelê Rojava û hemû bi hev re ber xwe bidin."
Yekem car di 8'ê vê mehê de 7 erebe alîkarî ji sînorê Nisêbînê derbasî Qamişloyê hatibû kirin. Niha kampanyayeke din hate dest pê kirin.
Navenda Jinan a Gulşîlav a girêdayî Şaredariya Nisêbînê dest bi berhevkirina amûrên ji bo alîkariyê kir. Navendê got ku herî zêde jin û zarok ketine bin bandora şer û ji ber vê yekê pêdiviya jin û zarokan zêdetir bi tiştinan heye.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku serê pêşî pêdivî bi xurek, pêdiviyên jin û zarokan û pêdivî dermanan heye. Yên ku bixwazin alîkariyê bişînin dikarin bişînin Navenda Çanda Mîtanî ku girêdayî Şaredariya Nisêbînê ye. Tiştên bêne berhevkirin dê ji Deriyê Sînor ê Nisêbînê ragihînin bajarê Qamişloyê.
Ji bo têkilî:
Tel : 0090 (482) 4151295 - 0090 (482) 4151018 Fax : 0090 (482) 4153699
E-Mail: nusaybin_belediyesi@hotmail.com - bilgi@nusaybin.bel.tr
***
Nûçeya eleqedar:
- KCD: Ji bo Rojava kompanyayê berfirehtir bikin
-* Ambargoya sînorê Bakur-Rojava hat têkbirin
- Kamyonên alîkariyê derbasî Qamişloyê dibin
REKLAM
Hejmara duyem a kovara DÎWAR derket
Ji bo xwestin, abonetî û pirsên we yên din, têkilî:
Ji bo xwendina nûçeya li ser DÎWAR bergê bitikînin.


