Fêrgîn Melîk Aykoç
Dayîk û bavên te bi hêvî li benda hatine te bûn… Dema tu hatî vê dinyaya bêbext, çendî şa bûbûn, bi çi hêviyê li pêşeroja te û xwe difikirîn... Ji ber ku bi vê jiyana dijwar a ku bi destê bêxet û xwînxwaran hatî herimandin re di nava şerekî dijwar de bûn, dizanîn ku mirov di şer de bê zanîn bi ser nakeve, lema navê te Şerzan danîbûn.
Keç û bûkên cîran hatibûn pîrozkirinê û ji bo te û hêviya dê û bavê te rabûbûn dîlanê. Bi deng û awazên xwe yên xweş giyana kurdewerî reşandibûn ser pêçeka te. Wan bedewan li wan çavên te yên nû li cihanê vebûbûn dinêrîn, di nava vê bêbextiya jiyanê de jî kenên evîna şahiyê şanî te didan.
Bavê te êdî bi şahî û hewlekê bi coş dixebitî, dixwest di şerê bi jiyanê û bêbextan re bi serkeve, ji Şerzanê xwe re derfetên jiyaneke azad û serbilind biafirîne, da ku berxê wî bikane di nava bextewarî de bijî.
Gotina te ya yekem; “bavo” yan jî “dayê” bû, baş nayê zanîn, lê dîsa jî çendî ew mirovên hêvî tijî şa kiribû. Bi hev re ketibûn nava nîqaşê; Dayika te gotibû: “Berê navê min got!” Bavê te gotibû: “Na berê navê min got!” Bi her gotinên tu fêr dibû, şa dibûn, hêviya xwe bi jîriya te ve girê didan.
Li ser vê cihana bêbext, gav avêtina te ya yekem li wan kelecan, gotinên te yên bi kurdî hêviya pêşerojê, kenên ji wan awirên te yên xweşik dipijiqîn, ji bo wan şahî û jibîrkirina hemû dijwariyan bû.
Tu bi çi kelecana wî dilê piçûk û jiyan tijî çûbû pola yekem. Lê tu rastê çi hatibû. Zimaneke din, sinceke derê cihana te, hêrs û rûtirşiya zimanê serdest, fermanên te ji çanda bav û kalan qetandinê derketibû pêş te. Di wê gava yekem de sawa mêtîngeriyê wekî xofeke ji şikefta şevşevokan, ji baskên kabos û cinan herikîbû ser te. Tu di wê gava yekem de li germahî û xweşiya zimanê dayîkê digeriya.
Te li kuçeyan êrîşên polêsan ên hovane didît, guhên te bi dengê tepîna postalên leşkeran, halana tarîqatên reşahiyan dizingiya. Wan hovîtiyan jî ew kîn û rika te ya li dij vê xwînxwarî û dijmiroviyê bi hevsanê tolegiriyê disût. Te jî bi tevên hemtaşên xwe dest avêt xîbar û keviran, kevirek ji bo pêşerojê avêt.
Tu bi axîna Ugur Kaymaz û şehîdketina bi sedan zarokên hemsalê xwe ve hêdî hêdî tûşê rastiya jiyan û welêt dibû, te bi çavên serê xwe xwînxwariya dijmin didît. Êdî tu têgîhiştibû, çima bavê te navê te Şerzan lêkiribû.
Te dixwest ku tu bi awayekî zana û têrgihîştî xwe ji bo vê jiyana bi destên qirêjî û rûreşiyên mirovahiyê hatî herimandin amade bikî. Lema te talûkeya cinawiriya gurên tule, toltajiyên mêjiyên wan lûlkirî dabû ber çavên xwe û tu çûbûyî Muglaya do pamfîlî bû, lê niha guhezandine tirkbûna bê çavên telişî, kirinin devşîrme.
Şerzano! Niha te berê xwe daye warê şehîdan, tu li gel kalê kalan Seyîd Riza, Şêx Seîdê Pîran, li gel mamê xwe Mazlûm, Xeyrî, Kemal, Ferhat, li gel hemsalên xwe di nava nûrê de dijî. Na hîç metirse. Hemsalên te axînê nakişînin, nagîrîn. Ew ji bo ku bikanin doza te û doza we hemû şehîdan bigihîjinin wê hedef û armanca berdilên we, rikên xwe disun, hêza xwe ya berxwedanê hê nûjentir, zanatir û tundtir dikin.
Belê, bêbextên xayîn, rûreşên ji bo çar quriş ranta TRT 6’ê van êrîşên xayînane di malparên xwe yên qaşo bi kurdî de belovajî nîşan didin jî, hene. Malpareke mekanê rûreşan ev êrîşa faşistan wekî pevçûneke rûtîn nîşan dabû. Wê ew jî bi rantdêrê xwe re têk biçin!
Şerzano! Ji bo keliyekê kulîlkên stûxwar yên zozan û çiyayên me bi çûyîna te çilmisî, Stêrkên ezmanê welatê me xemgîn, dilê dayîk û bavan bi axîn, çavên bi aram ketin ber lehiya rondikan. Lê bi halana giyana te ve vê şîn û şîwanê cardin bi tevahî xwe guhezand raperînê da ku di vê helpeşkîna dawiyê de bi ser bikevin.
Mirin bêbext e, lê hûn stêrkên şahadetê di mirinan de jiyanê diafirînin. Wê jiyana azad, wê evîna mirovbûnê bi serkeve!...
***
Nivîsên Fêrgîn Melîk Aykoç ên ku di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Newroz ji bo kê çi bû
- Eksperîmenteke wergerê
- Girîngiya wergerê ji bo kurdî û di wergera kurdî de hin xetere
- Ceylanê Xifşê stêrika teyîsî
- Ma em kurd kurdî dixwazin?
- Rewşenbîrî û çend têbinî
- Jînborî /jîrok (novelle) û çîrok
- Abant û Hewlêr
- Strana “Mişko” ê kî ye, kirin malê kê?
- Çend peyv li ser redektekirina di çapemeniyê de
- Li Frankfûrtê notên li ser weşanxaneyên kurdan