logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  4. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  5. Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin
news-details

Ambargoya sînorê Bakur-Rojava hat têkbirin

Alîkariya yekemîn ku li bakur û Tirkiyeyê ji aliyê 770 saziyên sivîl ên civakî û 20 partî û rêxistinên siyasî ve ji bo r

  • Dîrok: 08/02/2013
  • Beş: Nûçe

QAMIŞLO
Alîkariya yekemîn ku li bakur û Tirkiyeyê ji aliyê 770 saziyên sivîl ên civakî û 20 partî û rêxistinên siyasî ve ji bo rojavayê Kurdistanê hatiye berhevkirin, bi kamyonan îro gihîşt bajarê Qamişloyê.

Ev sazî di bin navê Platfroma Piştgiriya Gelên Suriyê de hatibûn ba hev û dest bi berhevkirina alîkariyê kiribûn. Îro ev alîkarî 7 wesaîtan derbasî Qamişloyê kirin. Di nava alîkariya ku ji 70 tonan pêk dihat de ji ard, heta şîrê zarokan, derman, madeyên xwarinê û hwd. hebûn.

Ji bo derbaskirina alîkariyê li ser navê Platforma Piştgiriya Gelên Suriyê Parlamentera BDP’ê ya Amedê Emîne Ayna, Serokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan, Endamê Meclisa Daîmî ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Berdevkê Platforma Piştgriya Gelên Suriyê Seydî Firat, Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokhan, Seroka Giştî ya Federasyona Komeleyên Malbatên Girtî û Hikumxwaran (TUHAD-FED) Zubeyde Teker, Serokê ÎHD’ya Amedê Racî Bîlîcî, nûnerên saziyên civakî yên sivîl jî hatin deriyê sînor. Ji bajarê Qamişlo jî Seroka Meclisa Bajêr Remziye Mihemed, rêveberên saziyên civakî yên sivîl û gelek kesên din jî amade bûn.

Di dema derbasbûna  alîkariyê de, çapemeniya herêmî û ya bakur û Tirkiyê jî eleqeyek mezin nîşan da.

Piştî muameleyên fermîn hatin çêkirin, qamyonên ku li pêşiya wan bi zimanê kurdî û tirkî pankarta, “Ji bo vîna gelan rêzdarî, ji ambargoyê re na” hatibû daliqandin derbasî aliyê din ê sînor bûn. Qamyonên ku yek bi yek derbas bûn li aliyê Qamişlo hatin valakirin û li qamyonên din hatin barkirin. Piştre jî ji aliyê komîteya alîkariyê ya girêdayî Desteya Bilind a Kurd ve teslîm hatin girtin.

‘ALÎKARÎ WÊ BIDOMIN’

Di dema derbaskirina alîkariyê de, li ser navê Platforma Piştgiriya Gelên Suriyê Zubeyde Teker, Ayşe Gokhan, Racî Bîlîcî û Abdulganî Bîlge bi kurdî û tirkî axivîn. Di axaftinan de hate destnîşankirin ku ji bo alîkarî bigihîje rojavayê Kurdistanê gelek hewldan hatine nîşandan û di encama van hewldanan de jî deriyê sînor ji bo derbasbûna alîkariyê hatiye vekirin.
Her wiha hate gotin ku ev alîkariya tê derbaskirin wekî destpêkê ye û dê berdewama wê jî bê. Di axaftinan de hate diyarkirin ku partî û saziyên bakurê Kurdistanê piştgiriya şoreşa Rojava dikin û heta dawiyê jî wê vê piştgiriya xwe bidomînin.

BI HEZARAN KES LI BER DERIYÊ SÎNOR KOM BÛN

Li aliyê din, dema alîkarî di deriyê sînor re derbas dibû, bi hezaran kesên ji Qamişlo jî li ber deriyê sînor ê Qamişlo kom bû û kêfxweşiya xwe anîn ziman. Girseya ku alên Desteya Bilind û TEV-DEM’ê, posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hildan, sloganên wekî, “Bijî yekîtiya gelê kurd”, “Bijî Serok Apo” qêriyan.


Wêne: ROZAN SERHAT/ANF

Nûçe ji ANF'ê hatiye girtin

 

***

Nûçeya eleqedar:

- Kamyonên alîkariyê derbasî Qamişloyê dibin

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 28 10 2026

Ev jî çêbû: Tîma Lîga 4'emîn tîma mezin Arsenal têk bir

news
  • 28 10 2026

Xwendekarên Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Kobanî biryara wezaretê red kirin

news
  • 27 10 2026

Der barê Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Kobanî de biryarên nû

news
  • 26 10 2026

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

news
  • 26 10 2026

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

news
  • 26 10 2026

6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

'Roman û Gotar, Mîxaîl Baxtîn û Romana Kurdî' derket

ad

'Bilûra Nişo' hat nîşandayîn

ad

Ayfer Duzdaş derdikeve pêşberî muzîkhezan

ad

Serokwezîra Swêdê îstîfa dike

ad

Wêneyê rojê: Li Heskîfê qedexe!

ad

Dema temaşekirina belgefîlman e: Documentaristê dest pê kir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname