Diyarname
Cenazeyên 3 siyasetmedarên kurd Sakine Cansiz, Fidan Dogan û Leyla Şaylemez dê bînin Tirkiyeyê.
Li gor agahiyên ku hatine bi dest xistin cenazeyên Cansiz, Dogan û Şaylemez roja çarşemê (16'ê mehê) bi balafirê bînin Stenbolê û ji wir jî bibin Amedê. Li Amedê ji bo wan dê merasimeke bê li dar xistin.
Ji bo vê yekê roja sêşemê dê li Parîsê merasimeke bê li dar xistin.
Cenazeyê Sakine Cansiz dê bişînin Dêrsimê, yê Fidan Doşan bişînin Elbistana Meraşê û yê Leyla Şaylemez jî bişînin Mêrsînê û li wê derê veşêrin.
***
Nûçeyên eleqedar:
- Bi dehe hezaran kesî hesabê komkujiya Parîsê pirsî


