TRT'ê di du hefteyan de çend deqe cih da BDP'ê?
Enqere
Li Tirkiyeyê TRT bi baca ku gel dide weþanê dike. Li gor rêgeza TRT'ê gere li gor hev cih bide partiyên ku koma wan di meclisê de heye. Lê pratîk tiþtek din nîþan dide.
RTUK'ê (Lijneya Bilind a Radyo û Televîzyonan) roja 7'ê adarê raporeke li ser weþana TRT'yê ya di navbera 22 reþemî û 2'yê adarê de amade kir. Li gor vê raporê di wan 2 hefteyan de li ser weþana mîtîngên hilbijartinê TRT sedî 89.52 (13 saet û 32 deqe) cih daye AKP'ê.
Paþê sedî 5.29 (48 daqîqe) cih daye MHP’yê, sedî 4.96 (45 daqîqe) cih daye CHP’yê û sedî 0,22 (2 dakika) cih dahe BDP’yê.
Li gor raporê TRT'ê rêgezên xwe bin pê kirine û "yek alî û bi alîgirtinê" weþan kiriye. Ev yek jî bûye sedema têkçûna " firsendayîna ji bo wekheviyê". RTUK'ê biryar girt ku raporê ji bo YSK'ê (Lijneya Bilind a Hilbijartinê) biþîne.