Diyarname
Zebeş ku mêweya sereke ya havînê ye dilê mirovan geş dike lê îsal nikarî dilê cotkarê xwe geş bike.
Li serê demsalê buhaya zebeşan li nav erd kîlo bi 50 ykr bû lê ji nişke ve buhaya zebeşan jî daket, kirîner jî peyda nabin. Li ser vê yekê cotkarên zebeşan di nav zehmetiyê de ne.
Niha li ser erd kîloya zebeşan daketiye 5 ykr'yî. Sedema vê yekê jî wekî sekinîna firotana ji bo Rusyayê tê nîşandayîn. Her wiha Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ku nahêle li cihan bajara zebeşan vebe jî tesîr li vê buhaya zebeşan kiriye. Ji ber ku zebeş herî zêde li metropolekî wekî Stenbolê li ser erebeyan, li bajaran û hin cihên taybet têne firotin. Her wiha di nav bajarên ku herî zêde zebeşê dixwe de jî ji ber serjimariya bajêr Stenbol tê. Û dema li Stenbolê firotina zebeşan bikeve tesîreke mezin xwe nîşan dide.


