Diyarname
Hevserokê HDP'ê û Berendamê Serokomariya Tirkiyeyê Selahattin Demirtaş beşdarî xebata orgenîzekirina fitarê ya Kongreya Îslama Demokratîk bû û got: "RTUK'ê li ser gelek cihdayîna Erdogan daxuyanî daye ku Erdogan li dinyayê navdar e. Li dinyayê bi çiyê xwe navdar e? Gelo nebe ku bi lêpirsînên der barê karên nelirê, der barê diziyan de lê hatine vekirin navdar be? Gelo nebe ku bi zilma ku li kuçeyan kiribe, bi sipasiya ku ji bo Serfermandariya Giştî ya ku Roboskî da ber bombeyan navdar be?"
Kongreya Îslama Demokratîk (KÎD) ku ev salekê ye hatiye avakirin, li Amedê kongreyeke li dar xist, niha jî dest bi xebatên cuda kir. KÎD'ê li Fatiha Stenbolê êvara 13'yê mehê xebateke fitarê li dar xist. Ligel Demirtaş, Hevseroka HDP'ê Figen Yuksekdag, Hevserokê HDP'a Stenbolê Şamil Altan, Serokê DİAYDER'ê, Kordînatorê KÎD'ê Ayhan Bilgen û gelek kesên din beşdarî fitarê bûn. Di şevê de sînevîzyona li ser xebatên KÎD'ê hate nîşandayîn.
Serokê DİAYDER'ê Muhammet Şîmşek axivî, silav li mêvanan kir, rexne li DAÎŞ'ê kir û got ku em li hemberî serjêkirinan nesekinin me para xwe ji îslamê negirtiye, gere em li dijî zilma DAÎŞ'ê bisekinin û dengê xwe bilind bikin.
Kordînatorê KÎD'ê Ayhan Bilgen jî got ku yên li ser navê îslamê tevdigerin, ev tevgerên wan çiqas li gor îslamê ne yan na, çiqas gerdûnî ne ev tevger, ji bo nîqaşkirin û nîşandayîna wan ev kongre girîng e.
Bilgen qala Rojava kir û got ku li Rojava wekî ku ev mesele tenê yê tevgerekê be, got gere em bi vê helwestê re bi vê zihniyetê re rû bi rû bibin, ji ber ku ev zihniyet berê jî bi navên cuda derketibû holê.
Li gor ku Bilgen diyar kir piştî Stenbolê, li Enqere û hin bajarên din jî dê fitarê bidin û xebata KÎD'ê bidomînin.
Di vê demê de dema mele azan da, piştî xwarina fitarê Demirtaş derket pêşberî mêvanan û bi şermezarkirina kuştina sivîlan ji aliyê Îsraîlê ve dest bi axaftina xwe kir.
Demirtaş got ku dewlet nasnameyan, baweriyan li hemberî hev wekî neyar nîşan dide, Serokwezîr her wisa tevdigere. Selahattin Demirtaş got ku gere misilman dijî vê zimanê Serokwezîr derkevin û got ku Serokwezîrekî tirsa xwedê di dilê wî de hebe dê ew qas zilm nekira.
Li ser meseleya Serokomariyê jî Demirtaş gok mu ew dê bi hev re Tirkiyeyeke demokratîk ava bikin û ev kampanyaya serokomariyê jî ji bo vê yekê qezencek e.