Ez dixwazim bi zelalî û eşkere hinek fikr û ramanên xwe di der barê giftûgoyên li ser weşangeriya kurdî de bînim ziman. Ez bêhtirîn dixwazim ji hundir ve li meseleyê vebibim û eger û sedemên hundirîn bikim mijara nîqaşê. Ez di wê baweriyê de me ku berî ku em li derve li çareseriyê bigerin divê em li hundir; di nava xwe de lê bikolin.
Mîsal:
Maria Magdalena ji ber tewana qehpikiyê tê girtin û dibin hemberî Hz. Îsa, dibêjin ku wê gunehkarî kiriye û divê bê darizandin. Hz. Îsa dibêje ku wê gunehkarî kiribe bila bê rejimkirin. Maria Magdalena bi darekê ve tê girêdan ji bo ku bê rejimkirin. Hz. Îsa dibêje: “Divê her kes kevirekê bigire destê xwe.” Şûn de berdewam dike: “Di nava we de yê/a ku bêguneh e bila kevirê pêşîn biavêje!”
Îcar em vê pirsê ji nivîskar û weşangerên kurdan bikin. Em bibêjin gelo di rewşa weşan û weşangeriya kurdî de; di rewşa nivîsbarî û nivîskariya kurdî de; bi kin û kurtî di bazara kurdî de kî/ê dikare kevirê rejimkirina vê gunehkariyê li kî/ê wer bike?
Di qada kurdî de ne Magdalenake gunehkar heye û ne jî Îsayê ku kevirê rejimkirinê bide destê bêgunehan heye…
Em welatekî bînin bîra xwe ku nivîskarên vî welatî bi pereyên xwe pirtûkên xwe çap bikin; weşangerên wî welatî bê pereyê nivîskar ya jî bê ku mafê telîfa nivîskar bidin pirtûkan çap nekin…
Em welatêkî bînin bîra xwe ku rojname û kovar û pirtûkên ku bêne çapkirin neyên firotan û li refên pirtûkxaneyan neyên dîtin ya jî bi salan li refan bê xwendevan bimînin…
Em welatekî bînin bîra xwe ku nivîskarên wî welatî berhem û pirtûkên nivîskarekî/ê din nexwînin û li ser guftûgo û şîrove û rexneyan nekin…
Ew welat welatê ku em lê dijîn welatê kurdan e; bi taybetî jî bakurê welatê me ye di vê rewşê de…
Ev du sal zedetir e ez li Enstîtuya Kurdî ya Amedê berpirsiyariya weşanên Enstîtuyê û salek zedetir e edîtoriya Kovara Wyê dikim. Ev demeke jî di rêveberiya Komeleya Nivîskarên Kurd de cih digirim. Hem bi têkiliyên fiîlî û hem jî bi lêkolînên li ser van karan bi qasê ku min fêm kiriye rewşa weşangerî û nivîskariya vî welatî li gorî standartên weşangerî û nivîskariya welatên dereke nîn e…
Ez dixwazim pêşî ji rewşa nivîskaran dest pê bikim. Kîjan nivîskarên me yên ku hene tu ji wan bipirsî dikarin bi saetan, bi rojan ji te re qala mafên kedkariyê bikin, dikarin dîroka tekoşîna li ser kedê ji seri heta binî rêz bikin… Li karistanan karker çawa mafên xwe û kedkariya xwe bi dest xistine bînin ziman… Karker çi qas tekoşîn kirine û bi hêza milên xwe û bi xwîn û xwêdana eniya xwe mafên xwe çawa bi dest xistine tevî delîlên wê datîne ber te… Ji bo mafên keda mêjî û hişmendiyê jî ew qas tişt karin li ber te rêz bikin…
Lê heman nivîskar ji bo ku pirtûka xwe bide çapkirin vana tevan ji bîr ve dike ya jî ji nedîtî ve tê. Pirtûka xwe bi pereyê xwe çap dike (ya jî sponsor ji xwe re dibîne) û bi ser de diçe pirtûkên xwe bi destê xwe belav dike û difiroşe… Wî mafî û wê hêzê di xwe de nabîne ku ji weşanger mafê xwe yê telîfê bi serbilindî ji weşangerê/a xwe bixwaze û bistîne…
Weşanger jî bi heman awa yî ye. Ew li benda nivîskar e ku pera bidê û berhema wî/ê çap bike, li ser kaxidê peymana telîfê çê bike û lê di pêkanînê de çend pirtûkan bide nivîskar û nivîskar bibe bi destê xwe bifiroşe û mafê keda hiş û mêjiyê xwe bi rijandina keda dest û piyan bi dest bixe… (Ji xwe pirê nivîsaran jî pirtûkên xwe nikarin bifiroşin –fedî dikin, didin der û dorên xwe û li heval û hogirên xwe wekî xelat belav dikin)
Nivîskar dema berhema xwe diqedîne bê ku bide çend nivîskarên din yên ku eleqeder in û bide nirxandin û ji wan referansekê bigire rasterast dibe cem weşanger; weşanger jî bê ku berhema nivîskar bi komîsyoneke bide xwendin û edîte bike rasterast diweşîne/çap dike. Ev rewş bi sê-çar aliyan de xisarê dide. Yek jê xisarê dide îtîbara nivîskar, ya din dide weşanxane û weşanger, ji aliyê din de hem bazara kurdî û hem jî zimanê kurdî bê îtîbar dibe…
Xwendevanên kurdî jî di vir de di nava her du aliyan de dişewitin û xwe dûr didin. Yek jê ji ber ku berhemeke baş û biqalîte (hem ji aliyê naverokê ve hem jî ji aliyê berg û kaxid û wd. ve) naçe ber destê xwendevan valahiyek çê dibe û xwendevan ji vê bêpar dimîne… Ya din jî weşanger dema ku berhemê çap dike bi buhayek zêde berhemê dixe bazarê. Ji lewre hêviya weşanger ji bazarê tune ye. Ew dibê ez bi buhayê zêde ji %20 pirtûkan bifiroşim û pereyê ku min xistiyê derxînim bes e. Wekî nimûne 1000 pirtûk çap bike li ser firotana 200 pirtûkî tev digere. Yên din di refan de dimînin çawa dibin jê re ne xem e êdî… Di vir de dîsa xwendevan û kurdîhez dişewitin… Ji ber vê jî her diçe xwendevanên ku dixwazin pirtûkan bi pereyên xwe bistînin û bixwînin kêm dibin…
Jixwe danasîn û reklama berhemên kurdî jî kesat e… Ne kes di xwe re dibîne vî karî bike û ne jî kes dixwaze vê barê giran bigire ser milên xwe. Ya herî girîng jî ew e ku bazara berhemên kurdî di nava kurdan de nayê kirin, kurd ji vê bazarê ne haydar in. Li Stenbol û Îzmîrê tu çi qas dikarî bazara berhemên kurdî bikî? Tu bazareke kurdî li nava kurdan, li ser erdnîgariya kurdan venekî tu dê çawa bikaribî berhemên kurdî belav bikî? Tu dê çi qas bikaribî xwendevanên kurdî zêdetir bikî?
Tiştekî din jî qada kurdî ji organîzasyonên bingehîn bêpar e. Yek jê organîzasyona nivîskaran, ya din organîzasyona weşangeran, ya dîtir jî organîzasyona reklam û bazarê… Belê Komeleya Nivîskarên Kurd hatiye avakirin, heye. Lê ji 2004’an vir ve hatiye avakirin. Lê her çi qas li ser kaxiz nêzî sed endamên wê hebin jî bi sererastî ev nivîskar nehatine ba hev. Ne komele kariye heq û hiqûqek ava bike û nivîskaran tev lê bike û ne jî nivîskaran xwe daye ber tiştekî wisa. Tiştê ku ez dizanim komele û yekîtî yên civakî dema têne avakirin ji bo ku kesên endam û pê re civak xurt bibe û bikaribe li ser navê kes jî û li ser navê civaka ku wê temsîl dike jî heq û hiqûqan ava bike û xurtaniyeke bîne. Lê yê me bêhtir lawaziyê tîne û dibe sebebê hevxwarina, hevqedandina kesan û civakê.
Têkiliyeke negatîf di navbera nivîskarên me de heye. Ez dixwazim li vir mînakekê li ser rewşa nivîskaran bidim. Piştî ku Kovara W dewrê Enstîtuya Kurdî ya Amedê bû, me wekî Enstîtu û wekî Edîtorya Kovara W xwest ku em bi nivîskaran bişêwirin û ji nivîskaran lijneyeke ava bikin. Bi wî awayî hem ew ê kovar xurt biba û hem jî têkiliya di navbera nivîskaran de ew ê baş û çêtir biba. Me bi gelek nivîskaran re hevdîtin pêk anî û hema bêje tevan got; “tiştek wisa rast e û pêwîst e”. Lê di pêkanînê de “yekê got filan kes hebe ez tune me, yê din got bêvan kes hebe ez tune me” û ev pêk nehat. Gelo nivîskarî û rûmeta nivîskariyê ev e? Ez dîsa bipirsim; nivîskarî û pê re jî rewşenbirî çi ye gelo?
Nivîskar û weşanger yek in. Paradoksa me ya herî mezin ev e ku nivîskarên me weşangerên me ne; weşangerên me nivîskarên me ne… Gelo yek ji sebebê rewşa weşangeriya kurdî ev nebe? Weşanger bi rihê nivîskar dizane ji ber ku ew jî nivîskar e; nivîskar bi rihê weşanger dizane ji ber ku ew bi xwe weşanger e…
Dîsa sebebeke din jî ev e ku ne nivîskarên me û ne jî weşangerên me bi profesyonelî vî karî nakin. Her kesek di qada jiyanê de pozîsyona wî/ê heye. Ya mamoste ye, ya doktor e, ya karker e, ya cotkar e û ya tiştekî din e. Lê karê wî/ê yê eslî ew e. Piştê wî karê xwe nivîskar e ya jî weşanger e. Yanî di qada kurdî de nivîskarî û weşangerî karekî pir talî ye. Ji ber vê jî nivîskarî û weşangerî her tim dibe qurbana karên qada civakî yên din…
Em îcarê werin ser rewşa siyasetmedar û yên ku karibin sponsoriyê bikin… Li her derê dinyayê siyasetmedar û dewlemend (yên ku dewletî ne) ji bo ku li ser navê çand û zimanê wan berhemeke ber bi çav derê û çap bibe çi ji destê wan hatiye kirine. Qet texsîr nekirine hem bi hêza xwe ev kar dane kirin û hem jî malê xwe seferber kirine. Lê siyasetmedar û dewlemendên kurdan berevajî viya kirine. Ji bo ku nivîskar û rewşenbîrên kurd li erd û gaxwara wer bibin; ji bo ku rewşenbîr û weşangerên kurd rûmeta xwe bikin pênc pere herin destê xwe li ber wan vekin çi ji destê wan hatiye kirine û hê jî dikin. Ez bawer im sebebeke girîng jî ev e…
Siyasetmedar û dewlemendên (xwedî dewlet) civakê rûmet û qîmeta nivîskar û rewşenbîrên xwe nizanibe ew tu caran nikare civakê pêş de bibe; lê berê wî divê ku nivîskar û rewşenbîr rûmata xwe û qîmeta xwe bizanibin…
Ji min tirê çareserî ev e ku em rûnên û serê xwe bigirin nava her du destê xwe û têr biponijin. Paşê em rabin bibêjin “wiha nabe!”
azadzal@hotmail.com


