Diyarname
Pirtûkeke qirase, pirtûka ku gelek mijaran digire nava xwe, klasîkek kurdî, “Şahnameya Kurdan Civîna Nemiran” bi latînî derket. Pirtûka Mela Ehmedê Palo wekî du cild bi hev re ji aliyê Weşanxaneya Nûbiharê ve hat çapkirin. Pirtûka ku ji aliyê Mehmet Yildirimçakar, Rêzan Palo, Veysel Başçi û Yakup Aytaç ve hatiye amadekirin ji 768 rûpelî pêk tê.
Ji Paloyê heta Qamişloyê
Mela Ehmedê Pola di sala 1920’î de li gundê Sêraçûr ê girêdyî Poloyê tê din. Dema hê zarokekî biçûk e sêwî dimîne. Li gundê Weysikê ê Nisêbînê şivantî dike, ji bo xwendinê diçe Amûdê. Ew li wir dixwîne, dibe mele, piştî salan li Qamişlo bi cih dibe û di 9’ê gulana 1991”ê de dimire. Palo ku mirovekî welatparêz e bi kurdî, erebî, farisî, tirkî dizane, di dema meletiya xwe de ji ber van hestên welatparêzî ji aliyê rejima Sûriyeyê ve tê binçavkirin, berhemên wî têne desteserkirin. Lê ew qet dest ji doza xwe bernade. Berhema li ber dest jî ji vê xebata wî ya salên dirêj tê.
Bi hezaran beyt
Ew, bi xwe kirmanc (zaza) e lê ji ber perwerdehiya xwe bi kurmancî dîtiye, bi kurmancî nivîsiye, lê di gelek helbestên wî de peyv, gotin û şêwaza zazakî heye. Di vê berhema li ber dest de jî ev yek tê dîtin. Di pirtûkê de bi hezaran beyt hene.
Amadekaran du cild di pirtûkek de amade û pêşkêş kirine. Cilda yekem wekî “Civîna Nemiran” a duyem wekî “Civata Nemiran û Şoreşên Kurdî” pêşkêş kirine. Berhem wekî yek pirtûk û bi navê “Şahnameya Kurdan Civîna Nemiran” xwe gihandiye ber destên xwendevanan.
Di cîlda ewil de Palo dike ku lehengên kurd ên dîrokî bi teknîkên monolog ên navxweyî, bi heman rengî kesayetên bi navên sembolîk bide axaftin.
Di berga duyemîn de jî şairên kurd ên serdema klasîk li dor çarçoveya mantiq û honandineke şanoyî di metna xwe de dide axaftin.
‘Helbestên bi harmoniya muzîkal’
Di berhemên wî de kurd, welatparêzî li pêş e. Amadekarên pirtûkê wisa pirtûk nirxandine, “Wî di vê berhema xwe de rabirdûya dîroka kurdan, serhildan û qehremantiya gelê kurd daniye holê ku ji vî aliyê ve ev berhem herwekî kurteya hebûna gelê kurd e ku serdanpê bi hêmasetê ve hatiye vestandin. Wekî din, ev şiîrên Pola xwedan estetîkeke edebî û harmoniyeke muzîkal in ku bi wan dikarin siûdên neteweyî bên çêkirin û bestekirin. Ji vî ailiyê ve ew xediyê edebiyateke hir dewlemend e.”
Di beşa “Gulistana Edîban” de helbestên xwe li ser gelek kes û navên ji nav dîroka kurdî rêz kirine. Di beşa “Çend Şoreşên Kurdî” de jî wekî kurtedîrokek ku ji sala 1607’an dest pê dike û heta 1933’yan tê heye.
Wekî notek: Li Stenbolê Fûara Pirtûkan a Stenbolê heta 11’ê mehê li dar e. Yên bixwazin dikarin ji Standa Nûbiharê pirtûkê bikirin.
- Şahnameya Kurdan Civîna Nemiran / Mela Ehmedê Palo / Amadekar M. Yildirimçakar, R. Palo, V. Başçi, Y. Aytaç / Nûbihar / 2022 / 768 rûpel / Klasîk