Diyarname
Beşa Feza û Hewayê ya Amerîkayê (NASA) ragihand ku teleskopê fezayê ji sêdî zêdetir girestêrkên nû yên bi qasî dinyayê mezin kifş kirin. Teleskopê di heman demê de "li qada mimkûn e lê jiyan hebe" de jî 9 girestêrkên biçûk kifş kirine. Bawerî ew e ku li van deran ava herikîn heye û dibe ji bo cihê jiyanê be.
NASA'yê ragihand ku bi temamî 1284 girestêrkên nû hatine dîtin û li derveyî girestêrkên li dor rojê ku têne nazîn ev pêşketina herî mezin e.
Li gor nûçeya BBC, zanyaran roja sêşemê derketin pêşberî çapemeniyê û ev pêşketin ragihandin.
Zanyar Dr Natalie Batalha li Navenda Lêkolîna Ames a li Californiyayê ku ev navend girêdayî NASA'yê ye peywirdar e. Ew dibêje li gor hesabên wan dibe ku li Kakêşan bi ser 10 mîlyor hebî de girêstêrkên ji bo jiyanê guncan hebin.
Dr. Batalha wisa didomîne: "Sedî 24'ê stêrkan ên bi qasî 1,6 qat ji dinyayê biçûktir di wan de girestêrkên jiyan lê guncan hene. Ev reqem bi dilê me ye, ji ber ku girestêrkên asta wan ji vê reqemê biçûktir tenê ji zinaran pêk tê. Texmîna me ew e."
Dr. Batalha pirsê dike û dibersivîne: "Ger hûn bipirsin girestêrka herî nêz ku mirov lê bijî li ku derê ye ezê wisa bibersivînem: Ev nêzî 11 sala ronî dûr e; a rast ev navberek gelek nêz e."