___Mimehed Nûrî Elo___
Dîwana Wêjeya Rojava bi alîkariya mamosteyên ziman û wêjeya kurdî helbestên Seydayê Keleş careke dîtir çap dikin û ji alfabeya aramî veguhastin alfabeya latînî.
Navê rast ê Seydayê Keleş "Hisên Mihemed Hisên Keleş" e û sala 1930`î li gundê Bizkurî yê herêma Mêrdînê ji dayik bûye. Di 10 saliyê de derbasî rojavayê Kurdistanê dibe û li herêma Cizîrê niştecih dibe.
Endama Dîwana Wêjeyî Narîman Evdikê got, "Di dema dawiyê de ew hewl didin helbest û nivîsên helbestvan û nivîskarên canê xwe ji dest dane ji nû ve çap bikin.
Evdikê da zanîn ku xebata komkirina helbestên Seydayê Keleş û ji nû ve nivîsandin 3 salan dirêj kiriye û got, "8 dîwanên Seyda û pirtûkem li ser jiyana wî hene, wî bi destê xwe nivîsandiye, bi giştî 9 pirtûk hene û plan ew e ku ew di yek cildê de werin berhevkirin."
Mamosteyê wêjeya kurdî yê Zanîngeha Rojava Beşîr Mela Newaf jî wisa got, "Dîwana Wêjeyê ji wan daxwaz kir ku ew li pirtûka Seydayê Keleş û dîwanên wî vegerin, redekte bikin û careke dîtir çap bikin."
Newaf got mamoste Arşek Beravî jî bi wan re xebitiye û wan nêzî 4 mehan helbest û nivîsên Seydayê Keleş ji alfabeya aramî veguherandine ya latînî.
Dîwanên Seydayê Keleş û pirtûka wî berê li Swêdê hatibûn çapkirin.
Arşek Baravî ji bo Seydayê Keleş wisa got: "Dema Seydayê Keleş di Komîteya Celadet de mamoste bû, ez wî dinasim, kesayetekî welatperwer bû, ji bo doza kurdî têdikoşiya û di jiyana xwe de gelek zehmetî dît."
Têkildarî xebatên careke dîtir çapkirina pirtûk û dîwanên Seydayê Keleş de Beravî jî wisa got: "Di destpêke de me pirtûk û dîwanên Seyda ji aramî veguherandin latînî û me di aliyê rêziman de sererast kir. Divê em berhemên hemû helbestvan û nivîskarên kurd zindî bihêlin û bi neslan bidin naskirin. Ev karekî pîroz e û divê were parastin."
Helbestvan Seydayê Keleş roja 18`ê pûşpera 2007`an li Qamişloyê canê xwe ji dest dabû.
ANHA



