Li gelek bajaran biryara "Berxwedana bi giştî" hate cih. Vane çalakiyên îro ku li dar ketin:
- Li Çûkûrovayê li Edene, Ceyhan, Dortyol, Tarsûs û Îskenderûnê kurdan çalakî li dar xistin. Li Ceyhanê gel ber bi rêxistina navçeyê ya AKP'ê ve meşiya û xwest çelenga reş deynin ber avahiyê lê polîsan destûr neda.
- Li NISÊBÎNÊ ji sê aliyên ve gel ber bi qada Newrozê ve meşiya lê polîsan êrîşê gel kir. Bombeya çavsotîner a polîsan bi çavê kesek bi navê Burhan Bilgiç ket û Bilgiç birîndar bû. Ew rakirin nexweşxaneyê.
- Li QOSERÊ polîsan êrîşê gel kir.
- Li ŞIRNEXÊ polîsan êrîşê gel kir, gel bersiv da û barîkat danîn. Gel bi paş ve gav neavêt û bi polîsan re ket nava pevçûnê.
- Li AMEDÊ li ser Kolana Emekê gel hat ba hev û xwest ber bi Girtîgeha Tîpa E ve bimeşe. Polîsan bi erebeyên TOMA av bi ser gel de rijand, ji firokan û erebeyên polîsan bi ser gel de bombeyên gazê avêtin. Bombeyek ji pencereya malekê ket hundir û şewat derket. Komên Agirkujiyê hat û şewat temirandin.
Polîsan ji her derê Amedê erebeyên bi zirx şandin herêmê. Li BISMIL'a Amedê jî polîsan êrîşê gel kir.
- Li GEVERê jî meşek mezin li dar ket.
- Li STENBOLÊ gel li Okmeydanî hat ba hev û xwest ber bi avahiya AKP'ê ve bimeşe lê polîsan bi gaza çavsotîner û avê êrîşê gel kir. Di navbera BDP'yiyan û polîsan de pevçûn derket.
- Li WANÊ bi hezaran kesî meş li dar xist. Li bajarên Serhedê yên din jî çalakî hebûn.
Bi kurtahî îro li hemû bajarên Bakur jiyan rawestiya.


