___ Cano Şakir___
Bi êş û xem û dilekî şikestî piştî 3 rojan min koça dawî ya rewşenbîr, mamoste û endezyar Hikmet Hiso bihîst. Koça wî ne tenê windabûna kesekî ji malbat, heval û dostên wî ye, lê di heman demê de windabûna kesayetiyekî rewşenbîr e ku salên dirêj xizmeta ziman, çand û rewşenbîriya kurdî kiriye.
Mamoste Hikmet Hiso di 15.09.1959’an de li gundê Qitmê, yê girêdayî bajarê Efrînê ji dayik bû. Xwendina xwe ya seretayî li gundê xwe temam kir, piştre xwendina navîn û lîseyê li bajarê Helebê bi dawî anî. Di sala 1982’an de ji Zanîngeha Helebê, ji beşa Endezyariya Elektrîkê, xwendina zanîngehê bi dawî kir.
Di heman salê de dest bi karê Endzyariyê kir û li bajarê Tebqa, ya girêdayî parêzgeha Reqayê, heta sala 2011’an wekî endezyar di Bendava Tişrîn û Feratê de xizmet kir. Piştî salên dirêj yên kar û xizmetê, di koçberiyê de jiyana xwe domand. Di dawiyê de, piştî têkoşîna bi nexweşiya penceşêrê ya sîngê re, roja 23.06.2026’an li bajarê Neuwied li Almanyayê koça dawî kir.
XEBATA LI NAV HRRK’Ê
Ez bi xwe gelek salan bi mamoste Hikmet Hiso re di nava Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) de xebitîm. Em di gelek civîn, konferans, semîner û çalakiyên çandî û rewşenbîrî de bi hev re bûn. Di navbera me de ne tenê têkiliyek xebatê hebû, lê hevaltî, rêzgirtin û rêwîtiyek dirêj a rewşenbîrî jî hebû. Di nava hemû salan de ez wî wekî kesekî xwedî ezmûn, dilpakî û berpirsiyarî, min ew nas dikir.
‘BI NERMÎ, ZÎREKÎ DÎTINÊN XWE DIANÎ ZIMAN’
Hikmet Hiso mirovekî zana û têgihîştî bû. Ew bi kirinên xwe zêdetir ji peyvên xwe diaxivî. Her dem berpirsiyariya xwe li hember ziman, çand û nasnameya kurdî hîs dikir. Di civîn û nîqaşan de bi nermî, rêzgirtin û zîrekî nêrînên xwe pêşkêş dikirin. Ji bo wî, yekîtî, hevkarî û pêşvebirina rewşenbîriya kurdî bingehê her xebatekê bû.
BÊYÎ REKLAM BÊRAWESTAN DIXEBITÎ
Mamoste Hikmet ji wan kesayetiyan bû ku bêyî deng û reklam, bê hêrs û westanê, bi hezkirina gelê xwe dixebitî. Ji ber vê yekê rêzgirtina ku di nav rewşenbîr, nivîskar û hevalên xwe de bi dest xistibû, ne bi tesaduf bû, lê encama salên dirêj yên fedakarî û xebata wî ya bê rawestan bû.
Bi koça wî cihê valayek di nav rewşenbîrên kurd de maye. Lê kar, raman û bîranînên wî dê ji bo nifşên bêne jî bibin çavkaniya hînkirin, hişmendiyê. Kesayetiyên rastîn bi mirinê winda nabin; ew di bîranîna hevalan û di nava gulistana dilê me û di hemû karên ku ji bo gelê xwe kirine de dê zindî dimînin.
Ji Yezdanê re daxwaz dikim ku rehma xwe li giyanê mamoste Hikmet Hiso fireh bike, cihê wî bihuşt be û ji malbat, heval, dost û hemû kesên ku wî hez dikirin re sebr, hêz û aramiyê bide.
Oxir be, mamoste Hikmet.
Rêya te ronî be, bîra te dê her dem di dilê me û di dîroka rewşenbîriya kurdî de zindî bimîne.
***
Nivîsên Cano Şakir ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Derfetên bo zêdetir fêrbûna li ser edebiyata kurdî
- Qonaxa piştî lidarxistina konfernsê Êzîdiyan li Hanover
- Konferansa Êzîdiyan di bin navê diyaloga Êzîdî –Êzîdî
- Li Rojava xebatên Avakirina Mezargehek
- Teorî û pratîka helbestê li cem Ehmed Huseynî
- Di ezmûna Ehmed Huseynî de felsefe
- Ezmûna Ehmed Huseynî û cîhana wî ya helbestê


