___Cano Şakir___
Di 08.06.2026. ez li bajarê Bremenê di xwendineke nivîskarê kurd Helîm Yûsiv de ez amade bûm. Ev çalakî ji aliyê Kulturhaus Walle ya bajarê Bremen, Weşanxana Sujet Verlag û Yek Mal Bremen ve hatibû organîzekirinb Çalakî bi alîkariya moderatora çalak û jêhatî Hamdiye Ertaş û xwendina bi zimanê almanî Daniel Zaidan re di nav atmosferek pir xweş de derbas bû. Helîm Yûsiv li ser jiyana xwe, berhemên xwe yên edebî û pirtûkên xwe yên ku bi almanî hatine wergerandin bi taybetî “Firîna Bi Baskên Şikestî”axivî.
Wî, beşên ji berhemên xwe xwendin û behsa çîrokên xwe yê destpêkê kir. Ya ku zêdetir bala min kişand ew bû ku wî bi vekirî li ser çand, ziman û ezmûnên gelê kurd û ezmûna xwe ya destpêkê kir û axivî.
BAJARÊ AMÛDÊ Û SÎNOR
Helîm Yûsiv di axaftina xwe de behsa bajarê Amûdê kir, bajarê ku ew jê ye û li ser sînorê bakurê Kurdistanê ye. Wî diyar kir ku bapîrên wî jî ji bakurê Kurdistanê hatine û di encama dabeşkirina Kurdistanê de malbata wan ji hev qut bûye. Ev rewş li ser jiyana malbata wî bandorek mezin hiştiye û gelek trajedî û êşan li ser wan derbas bûne.
Helîm Yûsiv her wiha behsa siyaseta zordar a rejîma Esed kir ku salên dirêj li ser kurdan û zimanê kurdî hat pêkanîn. Tevî van astengiyan, qedexeyan û zextan, ew ji nivîsandin û çapkirina berhemên kurdî dûr nebûye. Berevajî vê yekê, ev dijwarî bûn sedem ku ew bêtir bi ziman û çanda xwe ve girêdayî bimîne.
KARÊ EDEBÎ Û BERXWEDAN
Helîm Yûsiv bal kişand ser wê yekê ku nivîsandin bi kurdî ne tenê karekî edebî ye, lê di heman demê de berxwedanek ji bo parastina ziman, dîrok û nasnameya kurdî ye. Beşdaran jî vê yekê bi germî pejirandin û li ser girîngiya berdewamkirina xebatên çandî û edebî yên kurdî nîqaş kirin.
Di nav mêvanan de gelek nivîskarên kurd û alman û her wiha hezkiriyên edebiyatê hebûn. Atmosfera civînê germ û xwexş bû.
Ev xwendin derfeteke baş bû ku mirov zêdetir li ser edebiyata kurdî fêr bibe û bi kesên din re biaxive. Tevî ku hema bêje min berhemên Helîm Yûsiv hemî xwendine lê dîsa jî ev şevek çandî ya bi nirx bû ku ez gelekî jê kêfxweş bûm.
Di vê çalakiyê de gelek xalên girîng li ser ziman, çand û edebiyata kurdî hatin nîqaşkirin. Helîm Yûsiv bal kişand ser girîngiya parastin û pêşxistina zimanê kurdî, bi taybetî di nav nifşên ciwan de. Wî got ku ziman bingeha nasnameya gelan e û bê ziman parastina çand û dîrokê pir zehmet dibe.
Her wiha, beşdaran jî li ser rola nivîskar, mamoste û malbatê di parastina ziman de axivîn. Wan diyar kir ku xwendina pirtûkan, nivîsandina kurdî û beşdarbûna di çalakiyên çandî de alîkariya mezin dike ku ziman zindî bimîne û bi nifşên nû re ev çand were veguhestin.
GIRÎNGIYA PIRTÛKÊN KURDÎ BO ZIMANÊN DIN
Di nav axaftinan de hate gotin ku wergerandina berhemên kurdî bo zimanên din jî girîng e, ji ber ku ew dibe sedem ku edebiyata kurdî li cîhanê were nasîn û çanda kurdan bigihîje xwendevanên zêdetir. Atmosfera civînê gelek xweş bû û gelek kesan bi baldarî nêrînên xwe li ser pirsên ziman û çandê bi Helîm Yûsiv re parve kirin.
Di encama gotûbêjê de hate nîşandan ku çalakiyên wisa ne tenê ji bo edebiyatê, lê her wiha ji bo parastin û pêşxistina zimanê kurdî û bihêzkirina têkiliyên civakî jî gelek girîng in.
Di dawiya çalakiyê de, beşdarên ku amade bûn berhemên Helîm Yûsiv yê bi kurdî û almanî wergirtin. Piştî xwendin û gotûbêjan, nivîskar bi beşdaran re civiya û gelek pirtûkên xwe ji bo xwendevanan îmze kirin. Ev derfeteke baş bû ku beşdar rasterast bi nivîskar re biaxivin, pirsên xwe bipirsin û bîranînek taybet ji vê êvara çandî re bistînin..

***
Nivîsên Cano Şakir ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Qonaxa piştî lidarxistina konfernsê Êzîdiyan li Hanover
- Konferansa Êzîdiyan di bin navê diyaloga Êzîdî –Êzîdî
- Li Rojava xebatên Avakirina Mezargehek
- Teorî û pratîka helbestê li cem Ehmed Huseynî
- Di ezmûna Ehmed Huseynî de felsefe
- Ezmûna Ehmed Huseynî û cîhana wî ya helbestê


