STENBOL
Yek ji nûnerên herî girîng ên çapemeniya azad Rojnameya Ozgur Gundemê piştî 17 salan dîsa derdikeve pêşberî xwendevanên xwe
Rojnameya ku di salên 1990'an de bi nûçeyên xwe yên derbarê kuştinên kiryarnediyar de bûbû efsane û gelek rastî deşîfre kiribûn, di 4'ê avrêlê de li bayiyan e.
Rojnameya Ozgur Gundem ku di 30'ê gulana 1992'yan de dest bi weşana xwe kir û di dema weşanê de gelek caran buroyên wê hatin bombekirin û bi ser navendên wê de hate girtin, wê demê rêbazên şerê qirêj yên niha di rojevê de ne deşîfre kiribûn. Di dema ku rojnameyê weşan dikir de 30 nûçegihanên wê û 76 xebatkarên wê ji aliyê hêzên tarî ve hatin qetilkirin. 3 caran ji bo 30 rojan hat girtin, du caran ji bo 10 rojan hate girtin û bi tevahî der barê wê de 20 doz hatin vekirin. Rojnameger û edîtorên wê bi tevahî 147 salan ceza xwarin û 21 mîlyar cezayê pereyan lê hate birîn. Rojname di 14'ê avrêla 1994'an de bi biryara dadgehê hat girtin. Her çiqas bi dehan rojname piştî wê hatin weşandin jî dîsa Ozgur Gundem bûye sembola çapemeniya azad a kurdan.
'OZGUR GUNDEMÊ ÇAPEMENIYA KURD BI CÎHANÊ DA NASÎN'
Xebatkarê rojnameya Ozgur Gundemê ku xwe ji bo weşanê amade dike û Nûnerê Gunlukê yê Enqereyê Huseyîn Aykol da zanîn ku rojnameya Ozgur Gundemê çapemeniya kurd bi cîhanê daye nasîn û bi nûçeyên çêkirine gelek rastiyên Tirkiyeyê deşîfre kiriye.
Aykol bi bîr xist ku ew ê di 4'ê avrêlê de ji xwendevanên xwe re bibêjin 'merheba' û wiha dom kir: "Em wekî rojnameya Gunlukê ev 2 sal in ku weşanê dikin, lê hê jî her kes me wekî Ozgur Gundem bi nav dike. Ji ber ku ew bûye sembola çapemeniya azad."
BI KADROYÊN GIRÎNG Û SURPRÎZAN TÊ
Aykol da zanîn ku, rojnameya Ozgur Gundemê bi surprîzên gelek girîng dest bi weşanê dike û wiha berdewam kir: "Di kunyeya rojnameyê de guhertin û surprîzên gelek mezin hene. Ew rojname dê li gorî qedr û qîmeta dîroka xwe weşanê bike. Dê di kadroya nivîskaran de jî guhertinên girîng çêbin."
Rojnameya ku dê li mîrasa Ozgur Gundemê xwedî derkeve, roja 4'ê avrêlê li hemû bayiyan û li buroyên Şîrketa Belavkirinê ya Firatê be.


