logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  3. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  4. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  5. Rojnameger Helkewt Ezîz di qezayê di mir
news-details

Rewşenbîrên kurd kuştina S. Osman şermezar dikin

Rewşenbîrên kurd kuştina rojnameger Serdeşt Osman ku li Hewlêrê ji ber zanîngehê hat revandin û li Misûlê kuştî hat dîti

  • Dîrok: 17/05/2010
  • Beş: Nûçe

Diyarname

Rewşenbîrên kurd kuştina rojnameger Serdeşt Osman ku li Hewlêrê ji ber zanîngehê hat revandin û li Misûlê kuştî hat dîtin, şermezar dikin. Rewşenbîrên kurd ji bo vê yekê metneke îmzeyan amade kir û îmzeya xwe avêt bin metnê. Di metnê de dibêjin: “Em bala hikumeta Kurdistana Başûr dikişînin ser narewayiya ev cure kiryaran ku li beşekî welatê me yê azad rû didin.”

Rewşenbîran di daxuyaniya xwe de gotin; “Bêguman gelê kurd di riya azadiyê de û ji bo ku xwe bigihîne asta gelên cîhanê yên ku di nav azadiyê de dijîn, bi hezaran şehîd dane û didin” û wisa dom kirin: “Em zilma dagirkeran têdigihên lê belê di bin rêveberiya kurdan bi xwe de bi tu rûyî nabe ku bersiva nivîsekê guleyekî kor be, bersiva dîtineke cuda zindan be, bersiva hubrê herikandina xwînê be û bersiva ramanê teqîna tivingê be. Bila baş bihê zanîn ku bi kuştina Serdeşt Osmanî re hemî rojnameger, nivîskar, edîb û ramanbêjên kurdan hatine kuştin! Bi şikandina qelemeke azad re qelemên me hemûyan hatin şikandin. Bi birîna zimanekî re tê xwestin ku zimanê me hemûyan were birîn!”

Rewşenbîran gotin ku ev bi tu awayî nayê pejirandin û got: “Gunehkarî çiqasî mezin be, dadgeh hene, zagon û yasa hene û divê tenê li wir ceza werin birîn. Sûc çi dibe bila bibe, nabe ku kuştina ku ji çanda daristanên hov hatiye bibe metoda çareserkirina nakokiyan.”

Di metnê de hate gotin ku gelê me ne ji bo ku ji bin siya tirsekê derkeve û têkeve bin siya tirseke din bi sedê salan têkoşîyan. Ne ji bo ku zindanekê bi yeke dî re biguhere xwîna xwe li serê çiyan, li newalan û di kolanan de rijandiye.

Di dawiya metna xwe de rewşenbîran wisa got: “Em her ji gelê xwe re rûyê azadiyê yê şêrîn derdixin ber çavan, lê bi vî awayî dilê gel ji azadiyê jî sar dibe. Eger azadiya welatekî ne girêdayî azadiya takekesên wî welatî be, ew rengekî nû ye ji koletiyeke din. Kesên ku navê me li jêr nivîsandî ye, em bi diltengî daxwaz ji karbidestên hikumeta Kurdîstana Başûr dikin ku di zûtirîn demê de berpirsîyarên vê kiryara hov derxin pêş dadgeha edaletê.”

Kesên ku şanenava xwe avêtiye bin metnê ev in:

Ali Fikri Işik, Cuma Ozusan, Ezîz Xemcivîn, Hesen Çakir, Îbrahîm Seydo Aydogan, Înayet Dîko, Jan Dost, Mîrê Hêkan, Mîrhem Yigit, Muhsin Kizilkaya, Miço Kendeş, Paşa Birodirêj, Roşan Lezgîn, Tosinê Reşîd, Vecdî Erbay, Wehdet Sîwanij, Weysî Ayaz, Xelat Ehmed, Yaqob Tilermenî, Zana Farqînî.

***

Nûçeya eleqedar:

- Agahiyên li ser rojrameger Serdeşt Osman ê hat kuştin

 

Parve Bike

Youtube Me
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 07 06 2026

KNK: Ji bo kurdan emê ji Neteweyên Yekbûyî 'statuya neteweya çavdêr' bixwazin

news
  • 06 06 2026

Meseleya pêkenoka Rahmi Koç û heqareta li jinên kurd

news
  • 04 06 2026

Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin

news
  • 04 06 2026

Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin

news
  • 01 06 2026

Li 28 gund û 8 taxan wê çalakî hebin

news
  • 01 06 2026

Îlham Ehmed dimay Efrînî, şî Şêxmeqsûd

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

'Wêjeya Kurdî dibe xwedî pîvanên hemdem'

ad

Pêşbaziya Delalan a li Amedê hate betalkirin!

ad

Ji 10 hezarî zêdetir kes mirine

ad

Biwêj û Gotinên Pêşiyan

ad

PYD û TEV-DEM wekî nûnerên têkoşîna li dijî DAIŞ’ê hatin qebûlkirin

ad

Med Muzîkê dest bi weşana testê kir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname