Mehmed Emîn
Halîde Edîp Adivar (1882-1964) nivîskareke navdar a Tirk e. Perwerdehiyeke rind dîtiye. Di dagirkirina Îzmîrê de li mîtîngên Siltanahmedê de bi xeberdanên xwe dengê xwe dibihîzîne. Di rojnameya Tanînê de cara pêşî nivîsên wê tên belavkirin. Li Tirkiyeyê û li welatên din, nêzî sih-çil kovar û rojnameyan de nivîsên wê tên weşandin. Li Îngilistan, Amerîka, Hindistanê kovar û rojnameyên wekî The Nation, The Times, The Foreign Affairs, The Review, The Open Court re nivîsên xwe dişîne.[1] Di serî de ew welatên li jor navê wan derbas bû û gelek cihên din tev li forum, semîner, panel, sempozyûman dibe. Têkiliyên baş bi kesên Îngilistanê re çêdike. Gava Şerê Yewnan û Tirkan de diçe qadên şer, wê demê û çend salên piştî şer navbere wê û mêrê wê Adnan Adivar bi Ataturk re baş be jî, ev pir najo û mecbûr dimînin ku welat biterikînin. Berî avakirina Komara Tirkiyeyê jî tekîliyên wê bi Partiya Îttîhad-Terakkiyê re rind bûn û di bîranînên xwe de qala xebatên xwe yên dema desthilatdariya wan de dike. Bi taybetî jî ji aliyê perwedehiyê ve rolek girîng dilîze.
Ev nivîskar û hevserê wê, dema komar ava bû, ji ber liv û tevgerên wan, mecbûr dimînin ji Tirkiyeyê birevin. Heta mirina Ataturk jî nikarin vegerin. Ji bo ku girîngiya wê rind bê fêmkirin em dikarin guh bidin Ahmet Hamdî Tanpinar. Tanpinar di dîroka edebiyata tirkan a nû de, bi taybetî bi berhemên xwe ên der heqê edebiyatê de di qada xwe de mamosteyekî mamosteyan, mamosteyekî heta îro jî fikr û ramanên wî her dem wekî nêrînên herî giranbuha hatine dîtin. Ew der heqê Halîde Edîp Adivar de vana dibêje: “Di navbera salên 1908-1920’an de Halide Edîp bi tena serê xwe romanivîskariya nû ya tirk temsil dike.”[2] Ev hevok cihê Halîde Edîp Adivar, di dîroka edebiyata tirk de radixe ber çavan.
Gava li berhemên Halîde Edîp Adivar tê mêzekirin, tê dîtin ku ew di sê romanên xwe de qala kurdan dike. Lê divê ev jî bê gotin ku, di van de mijara sereke kurd nîn e. Lê bi taybetî, di “Zeyno’nun Oglu” de giraniyek erdnîgarî û lehengên kurdan romanê de he ye. Ji van ya yekemîn romana bi navê “Yenî Turan” e. Di vê berhemê de, bi çavê îttîhatvanan li mijara kurdan mêze dike û zêde li ser nasekine. Di pirtûkê de bi çavê nijadperestiya îttîhatvanên tirk li pisrgirêkên Osmaniyan, dewletê û civakê dinihêre.
Ji bilî Yenî Turan, her du pirtûkên ku li ser kurdan disekine “Kalb Agrisi” û “Zeyno’nun Oglu” ne. “Kalb Agrisi di sala 1924’an de berî di rojnameya Vakît de tefrîka dibe, dû re jî di nav wê salê de cara yekemîn car çap dibe.[3]
Roman li Stenbolê dest pê dike. Lehengê romanê yê sereke keçek navê wê Zeyno ye. Bavê Zeyno bijîşkek e. Keça xwe rind perwerde kiriye. Keçik bîst û penc salî ye, dixwîne û dinivîse. Bi xwe bawer e. Bi xortekî mîna xwe zana, xwedî fikr û raman re destgirtî ye. Destgirtiyê wê Dr. Safvet jî bijîşk e.
Hasan, serbazek e. Li Diyarbekirê, Çanakkaleyê di nav artêşê de dimîne, şer dike. Dûre tê Stenbolê. Ew, merivê hevala Zeyno, Azîzeyê ye. Ji Anatoliye teze hatiye. Nezîkî sih salî ye û dilê Azîzeyê ketiye wî. Ji bo vegera wî ya Stenbolê, Azîze şahiyeke li dar dixe, Hasan ji şahiyan hez nake, ji bo vê jî tev li şahiya ji bo wî hatiye organîzekirin nabe. Ev yek Azîzeyê xemgîn dike. Piştî ku şahî xilas dibe, ji bo dilê Azîzeyê dilde, diçe mala wan. Li vir cara ewil bi Zeyno re rû bi rû dimîne û dilê wî dikeve Zeyno. Lê Azîze bi eşqeke pir mezin ji Hasan hez dike. Zeyno jî vê rewşê dizane. Lê ew jî ji Hasan hez dike. Azîze, gava vê hîn dibe, dixwaze xwe bikuje, lê masîvan wê ji behrê derdixin. Bijîşk dibêjin ger ew bi Hasan re nezewice, ew dê bimre. Hasan jî poşman dibe, ji halê wê xwe sûcdar dibîne û biryara bi wê re zewacê dide. Lê nexweşiya Azîzeyê her diçe xirab dibe. Mecbûr dibin ku wê bibin Viyanayê. Li wir Azîze hemîle dimîne û keçikekî tîne dinê û dimire. Di ê navberê de Zeyno jî li Stenbolê bi fermandarekî hevalê bavê xwe re dizewice.
“Zeyno’nun Oglu” dewama “Kalb Agrisi” ye. Di sala 1926’an de di rojnameya Vakît de tê tefrîka kirin, lê ev tefrîka nîvî dimîne. Piştî neh mehan di heman rojnamê de tefrîka dikin û salek şûn de jî (1928’an de) wekî pirtûk tê çapkirin.[4] Em dikarin vê pirtûkê wekî beşa duyemîn bi nav bikin. Roman li Stenbolê dest pê dike. Zabît Hasan Beg emir hildaye di nav demek kin de here Diyarbekirê. Mêrê Zeyno jî berê çûye wir. Jina qeymeqamê Diyarbekirê û keça wî, Dr. Safvet jî, her yek ji ber sedemekî cuda diçin Diyarbekirê. Mirov dikare bêje, sahne û dekor diguherin, lê lehengên sereke dîsa di rola xwe de ne.
Nêzîkî deh-donzdeh sal berê, gava Zabît Hasan û Mîralay Muhsîn li Diyarbekirê li ser erkê bûn, bûyerek diqewime. Keçeke kurd, ku hemû zabît jê re dibêjin “Xoxa Kurd”, bi diya xwe re li ordigehê şûştin û paqijkirina çek û odayên Mîralay Muhsîn û zabîtan dike. Ev keçik bi kurdekî re destgirtî ye. Di romanê de wekî Zeynoya Kurd hatiye binavkirin. Dilê vê keçikê dikeve Hasan û şevekî bi wî re dikeve têkiliya cinsî û jê hemîle dimîne. Diya keçikê diçe rewşê ji Mîralay Muhsîn re dibêjê lê, Muhsîn Beg guh nade diya keçikê. Piştî vî jî destgirtiyê keçikê dixwaze di ordîgêhê de Hasan bikuje, lê tê girtin. Mîralay vê bûyerê di rê de ji Hasan re dibêje. Muhsîn û Hasan, roja din ji Diyarbekirê dertên û diçin Şerê Çanakkaleyê.
Ji têkiliya Hasan û Zeyno ya kurd şûn de, keçik ducanî dimîne. Destgirtiyê wê tê girtin. Hevalê destgirtiyê wê, Remezan, çav xistiye Zeyno. Gava hevalê wî tê girtin, ji diya keçikê re diaxive û ji bo ku keçik bi wî re bizewice, jinikê qanî dike. Lê haya wî ji hemîlebûna Zeyno nîn e.
Remezan, Zeyno û diya wê hildide dibe gundekî Diyarbekirê. Li wir hinekî dimîne, erd û erazî dikire. Tirkmenekî ji navçeya Kemahê (Ezircanê) li wî gundî bi cih bûye ji xwe re dike hevpar. Mal, milk û malbata xwe emanetî wî dike, di bin behaneya ticariyê de diçe Erziromê. Li wir wekî êsîr dikeve destê Urisan. Çend salan pistî esaretê, vedigere gund. Dibîne ku, Zeyno lawek aniye dinê. Lê dibê, lawik naşibe min, û hem li lawik hem jî li Zeyno û diya wê zilmê dike. Gund ji wan re dike dojeh. Lawik jî ji malê davêje. (Navê lavik Zeyno daniye Hasan, lê jêra dibejin Haso.) Mêrikê tirkmen ji Haso pir hez dike. Wî hildide mala xwe, lê xwedî derdikeve. Haso ji hespan pir hez dike. Li cem vî tirkmenî li hespan mêze dike, tîmar dike. Tirkmen dibîne ku lawik ji hespan pir hez dike û rind siwar dibe, Haso dixe pêşbirkeke hespan. Di vir de Haso yekemîn derdikeve. Ev rewş, wî dixe çavê şêxekî kurd. Şêx, wî hildide hîmaya xwe û perwerde dike. Di vê navberê de Mîralay Muhsîn li Diyarbekirê mala Şêx ji xwe re kirê dike. Em ji romanê hîn dibin ku ev şêx, amadekariya serhildanekî dike. Haso û diya wî jî dişîne mala Mîralay Muhsîn, ji bo casûsiyê. Zeynoya Stenbolî, li mala şêx bi cih dibe. Haso, bala wê dikişîne. Pêre dikeve tekiliyê. Ji vî zarokî hez dike. Serbaz Hasan jî demek şûnde hîn dibe ku ev lawik lawê wî yê ji Zeynoya kurd e. Di dawiyê de serhildana şêx tê tepisandin, Stenbolî jî vedigerin Stenbolê.
Heta niha me her du pirtûk puxtekir. Niha emê bên mijara sereke. Gelo bi çi çavî li kurdan tê mêzekirin, çawa nêzîkî wan dibe?
Em bi pirtûka yekemîn “Kalb Agrisi” bi dest pê bikin. Di rûpela pêncemîn de em ji vê hevoka gotyar agahdar dibin: “Navê keçikê Zeyno bû, ji ber ku bavê diya wê kurd bû.” û hinek taybetmendiyên kesayeta wê ji kalikê wê dihatin, bavê wê ev nav lê daniye. Lê tu têkilya wê bi kurdan an jî kurdî re tune. Gava serbaz Hasan re cara yekemîn rastî hev tên û navê Zeyno dibihîze, metel dimîne, dibêje: “Allah Allah, divê hûn ciwanek kurd bin.” Li ser vê hevokê Zeyno wiha bersivê dide: “Na, ciwanekî tirk ê xwedî xwîna kurdan im.”[5]
Di romanê de qala kilamekî kurdî tê kirin. Wekî leitmotifekî ev kilam di her du romanan de jî gelek caran derdikeve pêşiya xwendevanan. Serbaz Hasan, gava li Diyarbekirê ye ev kilam hîn bûye. Rojekî ji Beyogliya Stenbolê ji şahiyekî vedigerin mala Azîzeyê. Li wir Hasan dixwaze bi piyanoyê vê kilamê lêxe, bi kurdî kilamê dibêje: “Hey Zeyno Zeyno”. Wê demê Dr. Safvet û Zeyno dikevin oda ku Hasan têdeye û kilama Hasan digot dibihîzin. Dr. Safvet berê xwe dile Hasan û dibêje: “Kilama barkêş a çil salan we çi xweş û çi wekî tiştekî nû got, Hasan Beg.”[6] Di vê gotinê de mirandin, biçûkxistina kilama kurdî dertê pêş. Wekî me li jorê jî got, ev kilam di pritûkê de leitmotifek e. Heta dawiya romana duyemîn jî ev leitmotif derdikeve hemberî xwendevanan. Mirov dikare bejê ku ev kilam wekî bengawaza Zeynoya kurd e, di berheman de olan dide.
Xêncî van her du mînakan jî, li hemberî kurdan nêrînên neyênî pir caran derdikevin pêş. Mesela, gava serbaz Hasan li Diyarbekirê bi keçikê re dikeve nav têkiliyê, helwesta wî ya li hember Zeynoya kurd, pir bi helwesteke biçûkhiştî ye. Gava keçik hemîle dimîne, Mîralay Muhsîn diya keçikê bi derewkariyê tawanbar dike. Hasan, ji bo nexweşiya Azîzeyê diçe Viyanayê, li wir bi keçikeke cihû re dikeve nav tekiliyê. Carekê ji bo keçika cihû behsa rojboriyên dike, qesta Zeynoya kurd û Amedê dike û hevokeke wiha dibêje: “Di memleketekî mechûl de, di nav mirovên nîv hov de dibe ku zarekî min mabûbe.”[7] Serbaz Hasan li cem keçika cihû û cem Zeynoya Stenbolî Zeynoya kurd tîne bîra xwe; dîsa Mîralay Muhsîn jî gava navê Hasan Beg dibîhîze, bûyerên Amedê tên bîra wî, Zeynoya kurd dertê pêş.
Di pirtûka duyemîn de welatê kurdan û kurd li ser dikê ne; lê mixabin di roleke erênî de nîn in. Bûyerên pirtûka duyemîn li Stenbolê dest bikin jî, lehengên romanê, her yek ji ber sedemekî cuda diçin Amedê û serpêhatiyên vir dertên pêş.
Bi gotina welatên kurdan qala gundekî Amedê dike. Li vî gundî de nîvî gundiyan kurd, nîvî tirk in. Gundî, wekî însanên dij mirovahiyê hatine tasvîrkirin. Mirov dikare beje ku, kesên li vir, xencî Tirkmenê Kemahî, tu kes bi erênî nehatiye tasvîrkirin. Remezan, Şêx[8], mirovên Şêx, Zeyno û diya wê, destgirtiyê Zeyno yê berê, giş kurd in; û ev kes bi nêrînên neyînî anînê ziman. Di her du romanan de Remezan yekî ji mirovatiyê dûr e, Şêx xayînekî ye, mirovên Şêx durû ne. Nivîskar di nav bûyeran de ev tişt wer hûnandiye, xwendevan bi çavê xwediyê berhemê li lehengan, bûyeran û erdnîgariyê mêze dike. Ji bo ku hunermend di hûnera xwe de xwedî helwestekî ye, em jî di neynika nivîskar de çi dixuyê wan dibînin, dinirxînin. Lê mixabin, di neynika Halîde Edîp Adivar de qet tiştekî rind neketiye para kurdan. Di devê lehengan de kurd hov in, welatê wan jî diyarê hovîtiyê ye. Jina qeymeqam mîsyonekî li xwe bar dike. Dibê ezê van mirovên hov û welatê hovîtî, beyabaniyê derxim asta hemdemiyê. Rebazên wî jî dans, balo, vexwarinên bi alkol, bi şêweya ewropiyan rabûn û rûniştin, lixwekirin e. Nivîskar, bi alîkariya gotyarê xwe ve qirfan pê tîne.
Di her du romanan de tişteki balkêş û leîtmatîfîk jî bi kar anîna rengê çavan e. Rengê çavên Haso û serbaz Hasan wekî hev in. Mîna rengê hingivê ne. Bi çendîn çar çavê Haso tê bikaranîn. Bi vî şiklî xwendevan tê amadekirin ku ew lawê zabît Hasan e. Mesela çavên diya Zeynoya Stenbolî, ên Şêx M., Remezan, Zeynoya Diyarbekirî reş in. Reş rengê neyîniyê ye. Xirabiyê tîne hişê mirov. Rengê çavên lehengên din reng rengî ne: Hasan Beg û Haso rengê hingivê; Muazzez, Azîze, Mîralay Muhsîn, Şaban, leşkerê ku gava Hasan ji bo îzna xwe dirêj bike ji Viyanayê vedigere wî pêşwazî dike xwediyê çavên bi rengê hêşîn in. Çavên keçika cihû rengê tîr ên xweş in. Keçika ku di operayê de rola Karmen de ye, xwedî çavên kesk e. Azîze viya napejîrîne û dibêje yeka wekî Karmen divê bi çavên reş be. Ji ber ku, ev karaktereke hov e û reş jî rengê hovîtiyê ye. Di vê rexneya Azîzeyê de em nêrîna nivîskar dibînin. Ji ber vê jî ji bo kurdan çavên reş hatine hilbijartin.
Tenê bi rengê çavan na, bi sifaetên ku ji bo lehengan hatiye hilbijartin jî vê cudahiyê radixe ber çavan. Peyvên ji bo kurdan hatine bikaranîn pir balkêş in. Mesela çend mînak wiha ne: Ji bo Remezan: “poz eylo”, “erîşker”, “xwedî tebîetek hov”, “mîna kûçikan diqîre”, “mîna kûçikên harbûyî dike xirînî”, “wekî kûçikekî harbûyî”, “ji meran zêdetir pelos”, hwd. Ji bo Haso “mexlûqet kêm tê dîtin”, “tulle”, “çêjika heywana”, “bi dozîna mexlûqên seretayî”, “çêjîka guran a ji agir direve”, “fenek, kûçik, çêjika beraza”, “pîkekî harbûyî”, “masî”, “cehniyê birîndar”, “rovî”, “çêjikê rovî”, “çêjikekî hayvanan a xitimandiye qefesekî”, “çêjikê kûze”, “heywanekî ziyandar” hwd. Ji bo Zeynoya Diyarbekirî, “mîh”, “çêlek”, “gah”, “dewar”, “deveya kovî”, “mexlûqekî seretayî”, “şabûna wekî heywanan”, “ wekî nankor û heywanan”, hwd.
Di van sifetan de jî tê ditin ku Halîde Edîp Adivar bi kîjan çavî li kurdan mêze dike. Gava mirov li lehengên romanê yê din mêze dike, tê dîtin ku xêncî diya Mazlûmê, tu kesî re ev sifat nehatine bikar anîn. Wê jî dişibîne teyrê tawis. Lê lehengên kurd hema her carî dişibîne heywanan û bi vî avayî wana çavê xwendevanan de reş dike. Rê jî rava dide û dibê ger ew jî wekî Tirkên Stenbolê bin, dê ji vê rewşa xirab rizgar bibin, bigihîjin aramiyê. Wekî mînak jî Haso, Zeynoya Diyarbekirî û diya wê û Şaban dibin Stenbolê, bi vî avayî ev kes digîhîjin dilşadiyê. “Zeynonun Oglu” bi sahneyên li Stenbolê, di nav bextewariyê de bi dawî dibe.
Dawiyê de em dikarin bêjin ku ev roman ji bo rewşa kurdan rexne bikin û serhildanên kurdan reş bikin, polîtîkayên dewletê en tund û asîmîlîlasyonîst rewa bidin nîşandan hatine nivîsîn. Û ecêb jî, wê demê navbera rayederen dewletê û ya Halîde Edîp Adivar xirab e. Ji welat direve derve, heta Ataturk dimre jî nikare vegere. Lê ew dîsa jî di riya polîtîkayên dewletê ên qirêj de berheman dide.
[1]Ji bo jiyan, berhem û ramanên wê binêrin: Proj. Dr. İnci Enginün, Halide Edip Adıvar’ın Eserlerinde Doğu-Batı Meselesi, Milli Eğitim Bakanlığı Yayınları, İstanbul 1995./ Nazan Bekiroğlu, Halide Edip Adıvar, Şule Yayınları, İstanbul 1999./ Ayşe Durakbaşa, Halide Edib/Türk Modernleşmesi ve Feminizm, İletişim Yayınları, İstanbul 2002 (2. Baskı)./ İpek Çalışlar, Halide Edip-Biyografisine Sığmayan Kadın, Everest Yayınları, İstanbul 2011(2.Baskı).
[2] Ahmet Hamdi Tanpınar, “Türk Edebiyatında Cereyanlar”, Edebiyat Üzerine Makaleler, Dergâh Yayınları, İstanbul 2000 (Altıncı Baskı).
[3] Bi tîpên Erebî li Stebolê, aliye matbaaya Vakît’e ve tê çapkirin û ji 474 rûpelan pek tê. Me ji bo ve nivîsê ji vê çapa yekemîn sûd girt.
[4] Ev pirtûk li Stenbolê, sala 1928’an de cara yekemîn ji aliyê Îlhamî-Fevzî Matbaası va tê çapkirin û ji 411 rûpelan pêk tê. Bi tîpên Erebî ye. Me ji bo nivîsê ji vê çapê sûd girtiyê.
[5] Rûpel:13
[6] Rûpel:51
[7] Rûpel:400
[8] Ew kesê ku wek şêx di berhema Halide Edip de cîh digire, ez bawer dikim Şêx Seîd Efendî ye. Mirov dikare ji dîroken buyeran viya derxe.